Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Ez wisa bawer dikim ku biryara xwefesixkirinê ya PKKyê wê ji bo dahatûya me pir bixêr be"

Gökhan Çeliker, Tuğba Altun  | 12.05.2025 - Rojanekırın : 13.05.2025
Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Ez wisa bawer dikim ku biryara xwefesixkirinê ya PKKyê wê ji bo dahatûya me pir bixêr be"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan der barê biryara PKKya rêxistina terorê ya xwefesixkirin û çekdanînê da wiha got: "Heke ev biryar bi dilsozî were bicîhanîn, ez wisa bawer dikim ku ew ê ji bo dahatûya me û her kesî wê bibe biryareke pir bixêr."

Wezîr Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Urdinê Eymen es-Safedî û Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî ra li Enqereyê hat bal hev û piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî.

Li ser pirseke der barê biryara PKKya rêxistina terorê ya xwefesixkirin û çekdanînê da Fîdan wiha axivî: "Li gor min biryara ku PKKyê daye biryareke dîrokî û girîng e. Bi taybetî jî ji bo ku li herêma me aştiya mayînde û îstiqrar pêk bê ez vê biryarê gelekî girîng dinirxînim. Helbet piştî vê biryarê gavên pratîk ên ku divê bên avêtin hene ku em ê wan jî ji nêz va bişopînin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku rewşa demokrasî, azadî, refah û ewlehiyê ya ku me di 20 salên dawî da li Tirkiyeyê pêş xist bêtir berfireh bibe û ji Tirkiyeyê belavî dewletên din ên li herêmê bibe û bandorek erênî li ser wan bike. Heke ev biryar bi dilsozî were bicîhanîn, ez wisa bawer dikim ku ew ê ji bo dahatûya me, welatiyên me û her kesî wê bibe biryareke pir bixêr."

Fîdan bi bîr xist ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di vê mijarê da bangek kiribû, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî îradeyeke xurt nîşan dabû û DEM Partiyê jî gav avêtibûn û got ev hemû bûn sedem ku ev gava girîng bê avêtin.

Wezîr Fîdan anî ziman ku di vî warî da gelek karên ku divê bên kirin hene, Civîna Kabîneyê wê îro çêbibe û daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê bi gelê Tirk ra bê parvekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.