Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan dê 29-30ê Gulanê serdana Ukraynayê bike

Can Efesoy  | 28.05.2025 - Rojanekırın : 29.05.2025
Wezîrê Karên Derva Fîdan dê 29-30ê Gulanê serdana Ukraynayê bike

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, wê wekî mêvanê Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Andrî Sibîha, di 29-30ê Gulanê da serdana Ukraynayê bike.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat sitandin, Fîdan dê serdana Ukraynayê bike û li ser mijarên rojevê, têkiliyên dualî, pêşhatên herêmî û kurewî dê hevdîtinan pêk bîne.

Tê plankirin ku Fîdan di çarçoveya serdana xwe ya 29-30ê Gulanê da, ji aliyê Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskî û Serokwezîr Denîs Şmîgal va bê pêşwazîkirin.

Fîdan di çarçoveya mijarên hevkariyê da li ser asta stratêjîk a di navbera Tirkiye û Ukraynayê da, ew ê di serî da mijarên di qadên bazirganî, enerjî, parastin û ewlekariyê da civînan li dar bixe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.