Wezîrê Karên Derva Fîdan bi wezîrên karên derve yên Erebistana Siûdî û Urdunê ra civiya
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan dê Qeterê jî ziyaret bike.
Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan li Riyada paytexta Erebistana Siûdî, di çarçoveya civînekê da ku tê da geşedanên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin, bi Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan û Wezîrê Karên Derva yê Urdunê Eymen Safedî ra civiya.
Li gorî agahiya ku çavkaniyên dîplomatîk hat sitandin, Fîdan li Riyadê di kêliya civînekê de ku tê de geşedanên dawî yên li herêmê di hatin gotûbêjkirin, bi Bin Ferhan û Safedî ra civiya.
- Wezîrê Karên Derva Fidan dê Qeterê ziyaret bike
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan dê Qeterê ziyaret bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat diyarkirin ku Wezîr Fidan dê îro Qeterê ziyaret bike.
Fidan duh beşdarî civîna ku bi mazûvaniya Erebistana Siûdî li paytext Riyadê li ser geşedanên dawîn ên li herêmê hatibû lidarxistin, bûbû.
Wezîr Fidan di civîna çapemeniyê ya hevbeş da ya ku 17ê Adarê bi Anita Ananda Wezîra Karên Derva ya Kanadayê ra li dar xistibû wiha gotibû, "Ji bo gotûbêjkirina gavên ku seba rawestandina şer dikarin bên avêtin, van nêzîkan ziyareteke min a herêmê dê çêbe. Ji sibê û pê va ez derdikevim ziyareta herêmê. Em ê bi welatên herêmê ra bên cem hev."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
