Wezîrê Karên Derva Fîdan bi hevkarê xwe yê Sûriyeyî Şeybanî ra hevdîtin kir
Ankara
ANKARA (AA) - Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan li Dohaya paytextê Qeterê di çarçoveya Foruma Dohayê ya 23yemîn da bi Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî ra hevdîtin kir.
Li gor agahiya ku ji Wezareta Karên Derva hat hildan, Wezîr Fîdan li Dohayê bi hevkarê xwe yê Sûriyeyî Şeybanî ra civiya.
Wezîr Fîdan bi wesîleya "8ê Berfanbarê Roja Azadiyê" da gelê Sûriyeyê û hevkarê xwe pîroz kir û diyar kir ku Tirkiyeyê wê ji bo hewildanên tesîskirina îstiqrar, ewlehî û refaha Sûriyeyê piştgiriya xwe bidomîne.
Di hevdîtinê da mijarên du alî û herêmî hatin nirxandin û rewşa dawîn a Mitabaqata 10ê Adarê hat guftûgokirin.
Wezîrê Karên Derva Fidan bi hemtayê xwe yê Norwecî Eide ra li Dohayê hevdîtin kir
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan li Dohaya paytextê Qeterê bi Wezîrê Karên Derva yê Norwecê Espen Barth Eide ra hat cem hev.
Li gorî agahiya ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat wergirtin, Wezîr Fidanê ku ji bo 23yemîn Foruma Dohayê li paytextê Qeterê Dohayê ye, bi hemtayê xwe yê Norwecî Eide ra hevdîtin kir.
Di hevdîtinê da rewşa li Xezeyê, geşedanên biwarê Ukraynayê û şerê navxweyî yê li Sûdanê hatin gotûbêjkirin.
Wezîr Fîdan li Dohayê bi Serokwezîrê Libnanê Selam ra hat bal hev
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan di çarçoveya Foruma Dohayê da bi Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam ra hat bal hev.
Li ser hesabê NSosyalê ya Wezarê hat daxuyandin ku Fîdan li Dohayê bi Serokwezîrê Libnanê Selam ra hevdîtin kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
