Wezîrê Karên Derva Fîdan bi hemtayê xwe yê Îranî Eraqçî ra "rewşa dawîn a şer" guftûgo kir
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan her weha bi hevkarên xwe yên Sûriyeyî, Qeterî û Ozbekistanî ra bi têlefonê axivî.
Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî ra "rewşa dawîn a şer" guftûgo kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hatin hildan Fîdan û Eraqçî bi têlefonê axivîn.
Di axaftinê da "rewşa dawîn a şerê" di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê da hat guftûgokirin.
- Wezîrê Karên Derva Fîdan bi hevkarên xwe yên Sûriyeyî, Qeterî û Ozbekistanî ra bi têlefonê axivî
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî, Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Mihemed bîn Ebdurrehman Al Sanî û Wezîrê Karên Derva yê Ozbekistanê Bextiyar Seîdow ra bi têlefonê axivî.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat hildan, di axaftina bi têlefonê ya ku Fîdan bi Şeybanî, Al Sanî û Seîdow ra kir da "rewşa şerê li herêmê û hewldanên ji bo sekinandina êrîşan" hat rojevê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
