Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan: Berpirsyarê vê şerê ku herêma me dikşîne nav qeyranekê Îsraîl e

- "Melûmê we ye ku berpirsyarê vê şerê ku herêma me dikşîne nav qeyraneke manendê wê nehatiye dîtin, Îsraîl e"

Mehmet Şah Yılmaz, Gökhan Çeliker  | 19.03.2026 - Rojanekırın : 20.03.2026
Wezîrê Karên Derva Fîdan: Berpirsyarê vê şerê ku herêma me dikşîne nav qeyranekê Îsraîl e

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan diyar kir ku Qeter dema ku navbeynkariyê dikir rastî êrîşekî hat û got ku "Em êrîşên ku jiyana sivîlan tune dihesibînin û dijî binesaziya sivîl tên kirin şermezar dikin û red dikin. Ev êrîş bi tu hincetê nayên meşrûkirin. Tirkiye her dem li ba Qetera bira ye, dê ji niha pê va jî li ba Qeterê cî bigire."

Wezîr Fîdan bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Mihemed bîn Ebdurehman Al Sanî ra li Dohayê di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî.

Fîdan da zanîn Qeterê dema navbeynkarî dikir rastî êrîşê hat û got ku "Êrîşeke ku bi tu awayî heq nekiribûn û ev êrîş halêhazir hê jî dewam dike. Berî her tiştê ez dixwazim ku daxwazên derbasîbûnê yên gelê Tirk û Birêz Serokomarê me (Recep Tayyîp Erdogan) ragihînim birayên me yên Qeterî. Em êrîşên ku jiyana sivîlan tune dihesibînin û dijî binesaziya sivîl tên kirin şermezar dikin û red dikin. Ev êrîş bi tu hincetê nayên meşrûkirin. Tirkiye her dem li ba Qetera bira ye, dê ji niha pê va jî li ba Qeterê cî bigire."

Wezîrê Karên Derva Fîdan got ku "Melûmê we ye ku sedemê vê şerê ku herêma me dikşîne nav qeyraneke manendê wê nehatiye dîtin, Îsraîl e."

- "Berfirehkirina şer xizmetî ewlehiya herêmê nake"

Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Mihemed bîn Ebdurehman Al Sanî jî got ku "Berfirehkirina pêgeha şer xizmetî ewlehiya herêmê nake" û ev gotin:

"Piştgiriya Tirkiyeyê ya bo Qeterê her daîm dewam kiriye, em ji ber van piştgiriyên wan spasiya Tirkiyeyê dikin. Şer divê demildest bê rawestandin. Her kes dizane ku kî ji vê (ji şer) sûd werdigire, kî herêmê dixe nav pevçûnê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.