Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan: Bendewariya me ew e ku rêxistinên li Iraqê jî fealiyetên xwe yên terorî bi dawî bîne

Tuğba Altun  | 02.11.2025 - Rojanekırın : 02.11.2025
Wezîrê Karên Derva Fîdan: Bendewariya me ew e ku rêxistinên li Iraqê jî fealiyetên xwe yên terorî bi dawî bîne

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan li Iraqê ji aliyê Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd va hat pêşwazîkirin.

Li gorî çavkaniyên dîplomasiyê, Fîdanê ku ji bo ziyareta fermî çû Iraqê bi Serokomarê Iraqê Reşîd ra hat bal hev.

Wezîrê Karên Derva Fidan di civîna çapemeniyê ya hevbeş a digel hemtayê xwe yê Iraqî Huseyîn da axivî:

Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan destnîşan kir ku pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" ji bo Tirkiye û herêmê geşedaneke baş e û wiha got, "Hêvî û bendewariya me ew e ku rêxistin mîna Tirkiyeyê li Iraqê jî têkoşîna xwe ya çekdarî û fealiyetên xwe yên terorî bi dawî bîne, ji herêmên dagir kirine vekişe, bi heman rengî li Sûriyeyê jî ji cihên dagir kirine vekişe."

Fidan li Bexdaya paytextê Iraqê di civîna çapemeniyê ya hevbeş ya piştî hevdîtina digel Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Fûad Huseyîn da axivî.

Wezîr Fidan kêfxweşiya xwe ya ber hatina Bexdayê anî ziman û wiha got, "Di navbera Enqere û Bexdayê da mesaiyeke hevkariyê ya bênavber heye. Di her mijarê da saziyên me hevkariyê dikin û li ser her meseleyê bi profesyonelane û ji bo çareseriyê radiwestin."

Fidan bal kişand ku di navbera herdu welatan da peymana avê dê bê îmzekirin û wiha got, "Ev peyman gelekî giring e. Îmzeyên ku em ê îro biavêjin înşelah dê rêya îslahkirina mayînde ya pergalên avî yên li Iraqê veke. Di dîroka Iraqê da ev dê bibe veberhênana binesaziyê ya herî mezin. Ev bi rastî helwesta vîzyoner a hikûmeta Iraqê nîşan dide ku li pey xweşî û refaha gelê xwe ye. Înşelah ku ev bikeve warê cîbicîkirinê, ev dê bibe gaveke di rêya çareserkirina pirsgirêka avê da. Hin pirsgirêkên ku derketiye pêşiya nifşên berî me, înşelah dê dernekeve pêşiya nifşên li dû me."

Fidan her wisa bal kişand ku di mijara vejenê da jî bi Iraqê ra hevkariyeke wan a bênavber heye û xebitîna jinûva ya xeta boriya petrolê jî geşedaneke giring e.

Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan destnîşan kir ku pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" ne bi tenê ji bo Tirkiye, her wiha ji bo herêmê jî geşedaneke baş e û wiha dewam kir:

"Li Tirkiyeyê bidawîkirina fealiyetên xwe yên çekdarî ji bo me biryareke pir giring e û her wiha hêvî û bendewariya me ew e ku rêxistin mîna Tirkiyeyê li Iraqê jî têkoşîna xwe ya çekdarî û fealiyetên xwe yên terorî bi dawî bîne, ji herêmên dagir kirine vekişe, bi heman rengî li Sûriyeyê jî ji cihên dagir kirine vekişe. Wekî min got ne bi tenê li Tirkiyeyê, li Iraq, Sûriye û hetta li Îranê jî bidawîbûna fealiyetên PKKyê, ji bo îstiqrar û ewlehiya herêmê û rêgiriya midaxeleyên hêzên dereke pir giring e."

Fidan diyar kir ku ew îro bi Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û gelek rayedarên din ên Iraqî ra hevdîtinan pêk bînin û ew ê li ser mijarên bêtir stratejîk û taktîk rawestin.​​​​​​​

- Wezîrê Karên Derva Fîdan li Iraqê hevdîtin kirin

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan li Iraqê di çarçoveya ziyareta xwe ya fermî da bi Serokê Meclisa Nûneran a Iraqê Mehmûd Meşhedanî û Serokê Konseya Darazê ya Payebilind a Iraqê Faîq Zeydan ra hevdîtin kir.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, Fîdanê ku ji bo ziyareta fermî li Iraqê ye, bi Meşhedanî û Zeydan ra cuda cuda hevdîtin kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.