Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç: "Komîsyon wê raporekê amade bike, pêvajoyeke wisa heye"
Ankara
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç diyar kir, di pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da ji bo avêtina gavên hiqûqî ew li benda rapora Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê sekinîne û wiha dewam kir, "Komîsyon wê raporekê amade bike, pêvajoyeke wisa heye. Der barê gavên hiqûqî yên ku divê werin avêtin da, kîjan gav mimkun e bên avêtin, tev wê di vê raporê da werin destnîşankirin û piştra wê werin rojevê. Piştî raporê, parlamenterên me wê nexşerêyekê xêz bikin û di vê pêvajoyê da gavên hewcedar wê seba vê pêvajoyê jî werin avêtin."
Li Mala Dadgeran a Dîkmenê Panela Xurtkirina Gihîştina Edaletê ya Jinan hat lidarxistin û Wezîr Tunç piştî panelê pirsên rojnamegeran bersivandin, li ser rojevê axivî.
Tunç li ser pirsa Pakêta Darazê ya 11emîn ku pêşkêşkirina wê ya Meclisê tê payîn, got ku Belgeya Stratejiyê ya Reforma Darazê di 23yê Rêbendanê da bi raya giştî ra hat parvekirin û tê da armancên girîng hene.
Wezîrê Edaletê Tunç li ser pirsa ku di Paketa Darazê ya 11emîn da ji bo pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" tu verastkirin hene yan na jî wiha got, "Em girîngiyê didin pêvajoya Tirkiyeya Bêteror. Girîngiya vê mijarê seba Tirkiyeyê heyatî ye."
Tunç bi bîr xist ku di vê mijarê da li Meclisê Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hat avakirin û xebatên xwe didomîne û wiha dewam kir, "Komîsyon wê raporekê amade bike, pêvajoyeke wisa heye. Der barê gavên hiqûqî yên ku divê werin avêtin da, kîjan gav mimkun e bên avêtin, tev wê di vê raporê da werin destnîşankirin û piştra wê werin rojevê. Ji ber vê yekê Pakête Darazê ya 11emîn ji bo zêdekirina bandora edaleta ceza û bilezkirina darizandinê ye. Piştî raporê, parlamenterên me wê nexşerêyekê xêz bikin û di vê pêvajoyê da gavên hewcedar wê seba vê pêvajoyê jî werin avêtin."
Wezîr Tunç li ser pirsa biryara îhlalê ya ku Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demirtaş da jî got ku biryar ji Mehkemeya Edliyeya Herêmê ya Enqereyê ra hat şandin û wiha dewam kir, "Teqdîr bi temamî ya darazê ye. Em li benda nirxandina vê mijarê bisekinin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
