Polîtîka

Wadephulê Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê dê sibê Tirkiyeyê ziyaret bike

Sercan İrkin  | 11.03.2026 - Rojanekırın : 11.03.2026
Wadephulê Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê dê sibê Tirkiyeyê ziyaret bike

Istanbul

Johann Wadephulê Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê dê sibê Tirkiyeyê ziyaret bike û bi Hakan Fidanê Wezîrê Karên Derva ra bicive.

Li gorî agahiya ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat wergirtin, Wadephul dê sibê bi Fidan ra hevdîtinê pêk bîne.

Tê pêşbînîkirin, Wezîr Fidan di hevdîtina xwe ya digel Wadephul da kêfxweşiya xwe ya ji ber ziyaretên astbilind ên di peywendiyên Tirkiye-Almanyayê da û giringiya civîna sêyem a "Mekanîzmaya Diyaloga Stratejîk a Tirkiye-Almanyayê" ku tê plankirin bi hevserokatiya herdu wezîran di 18ê Gulana 2026an da li Berlînê bê lidarxistin, bîne ziman.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.