Trump îdia kir ku vîdeoya "avêtina kelûpelan ji pencereyê" ya li Qesra sipî ya hişê çêkirî ye

Ankara
Serokê DYAyê Donald Trump îdia kir ku vîdeoya "avêtina kelûpelan ji pencereyê" ya li Qesra sipî ya hişê çêkirî ye.
Di vîdeoya ku beriya çend rojan li ser medyaya civakî kete gerê da, xuya dike ku ji pencereyeke qata jorîn a Qesra Spî centeyekî reş û cismeke spî yê dirêj tê avêtin.
Trump di daxuyaniya da xwe ya ku derbarê dîmenê da, da rojnamegeran got, "Divê ku vîdeo sexte be, çimkî ew pencere giran in û morkirîne, venabin."
Trump behsa projeyên nûjenkirinê yên li Qesra Spî kir û got ku pencereyên wan gulebernegir in û bi qasî 270 kîloyî giran in.
Trump îdia kir ku vîdeoya navborî berhema hişê çêkirî ye û got, "Hişê çêkirî, aliyên wê yên baş jî yên xirab jî hene. Ger tiştek nebaş biçe, dibe ku ez neçar bimînim, hişê çêkirî sucdar bikim."
Lêbelê, çend saetan berî daxuyaniyên Trump, rayedarên Qesra Spî ji hin dezgehên çapemeniyê ra gotin ku vîdeo rast e û ew aîdî "peymankarekî ye ku dema Serok li bajêr nebû, tamîrat dikir".
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.