Tirkiyeyê da zanîn hêvî dikin ku Netanyahu û hevkarên wî "bi awayekî adil bên darizandin"
Wezareta Karên Derva: "(Serokwezîrê Îsraîlê) Navê Netanyahu bi kesên ku di dîrokê da komkujiyê kirine ra tê bi bîr anîn û berpirsyarê vê yekê ew bi xwe ye ku hê jî bi sûcdarkirina komkujiyê tê darizandin"

Ankara
Wezareta Karên Derva ragihand hêvî dikin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û hevkarên wî "bi awayekî adil bên darizandin."
Wezaretê der barê daxuyaniya ji ser hesabê çapemeniya civakî Xê ya Gîdeon Saarê Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê ya ku Tirkiyeyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hedef girt da daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku parvekirina çapemeniya civakî ya ku ji hêla Wezîrê Îsraîlî va hat kirin ji "bêbextiyên bêbingeh û derewên namerdane" yên der barê Tirkiye û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da pêkhatî ye.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Navê Netanyahu bi kesên ku di dîrokê da komkujiyê kirine ra tê bi bîr anîn û berpirsyarê vê yekê ew bi xwe ye ku hê jî bi sûcdarkirina komkujiyê tê darizandin. Netanyahu û hevkarên sûcên wî dê mecbûr bimînin ku li ber edaletê hesabê bidin. Wekî ku Birêz Serokomarê me jî got em hêvî dikin ku Netanyahu û hevkarên wî bi awayekî adil bên darizandin."