Polîtîka

"Tirkiye ne qirdikê ber devê kesekî ye"

Serokkomar Erdogan: "Çiye, qaşo ku di referandomê da 'erê' derkeve wê me nexin YEyê. Bila vê biryarê bidin. Wê karê me asan bikin û bibin sedema ku em xurttir biryaran bidin. Çimkî Tirkiye ne qirdikê kesekî ye. Wê hemî kes vê fam bike."

25.03.2017 - Rojanekırın : 25.03.2017
"Tirkiye ne qirdikê ber devê kesekî ye"

Ankara

ANTALYA

Serokkomar Recep Tayyip Erdogan: "Îro Tirkiye ji bo berjewendiyê xwe pêwîst nabîne ku îcazetê ji hinekan bistîne. Îro têkoşîna xwe li dijî terorê him navxweyî him li derva bi îmkanên xwe yên millî bi rê va dibe. Halê hazir li Çiyayê Tendurekê, li Cûdî, li Bestler Derelerê, polîs û leşkerên me gundparêzên me heq ji terorîstan derdikevin. Em ketin şikevtên wan. Çimkî me soz ji gelê xwe ra daye. Heta ku hizûr, aramî, bextewerî were emê berdewam bin." 

Serokkomar Erdogan: "Hûn (Rojava) heta hûn ji min ra bêjin dîktator, ezê jî ji were bêjim faşîst û nazî. Çimkî li welatê min, çi di serdema serowezîrtî çi di serdema serokkomartiya min da di mijara maf û azadiyan da, çi di warê azadiya raman û baweriyê da, me cudakarî nekir. Bilekis ewên ku ji me ra dibêjin dîktator wan cudakarî xist navbera kesên sernixumandî û kesên sertazî."

Serokkomar Erdogan: "Nexêrciyên navxweyî û yên derva bûne yek û gelê me tehdît dikin. Çiye, qaşo ku di referandomê da 'erê' derkeve wê me nexin YEyê. Ax ka bila vê biryarê bidin. Wê karê me asan bikin. Wê bibin sedema ku em xurttir biryaran bidin. Ji xwe 16ê nîsanê ji me ra gelekî giring e. Emê li ser vî kar hûrbibin. Çimkî Tirkiye ne qirdikê kesekî ye. Wê hemî kes vê fam bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın