Polîtîka

Tirkiye û 7 welatan li Qudisê sepanên Îsraîlê yên sînordarkirina îbadetên Misilman û Xristiyanan şermezar kir

Can Efesoy  | 31.03.2026 - Rojanekırın : 31.03.2026
Tirkiye û 7 welatan li Qudisê sepanên Îsraîlê yên sînordarkirina îbadetên Misilman û Xristiyanan şermezar kir

Ankara

Wezîrên karên derva yên Tirkiye û 7 welatan li Qudisê sînordarkirinên azadiya îbadetê ya Misilman û Xristiyanan yên bi destê Îsraîlê bi awayeyê herî xurt şermezar û red kir.

Wezîrên karên derva yên Tirkiye, Misir, Urdun, Endonezya, Pakistan, Qeter, Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb der barê li Qudisê sînordarkirina azadiya îbadetên Misilman û Xristiyanan a bi destê Îsraîlê da daxuyaniya hevpar a nivîskî da.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Ji ber Îsraîl nahêle ku Misilman seba îbadetê têkevin Mescida Eqsayê/Harema Şerîf, her wiha ji ber nahêle ku Patrîkê Latîn ê Qudisê û Mihafizê Axên Pîroz seba Ayîna Yekşemê ya Palmiyeyê têkeve Dêra Qebrê ya Pîroz wezîrên karên derva sînordarkirinên Îsraîlê yên azadiya îbadetan bi awayê herî xurt şermezar dikin û red dikin. Wezîran destnîşan kir ku divê guh bidin statukoya dîrokî û hiqûqî ya Qudis, Misilmanên vê derê û mekanên pîroz ên Xristiyanan. Wezîran dubare kir ku tu desthilatdariya Îsraîla hêza dagirker li ser Qudisa dagirkirî tuneye û destnîşan kirin ku divê (Îsraîl) hemû sepanên xwe yên astengkirina gihîştina cihên îbadetê yên li Qudisê bi dawî bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.