Serokomar Erdogan: Xwedê Eyda Remezanê ji bo tevahiya cîhana Îslamê bike wesîleya rizgarî û vejînê
- "Rojhilata Navîn niha dikele û ev Îsraîla siyonîst wekî ku tê zanin, bi sed hezaran mirov kuşt. Ez qet guman nakim ku înşallah ew ê berdêla vê yekê bide...Xwedê Eyda Remezanê ji bo tevahiya cîhana Îslamê bike wesîleya rizgarî û vejînê"
Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Rojhilata Navîn niha dikele û ev Îsraîla siyonîst wekî ku tê zanin, bi sed hezaran mirov kuşt. Ez qet guman nakim ku înşallah ew ê berdêla vê yekê bide."
Serokomar Erdogan li memleketê xwe Guneysuya navçeya Rîzeyê ji xaniyê xwe derket û derbasî Mizgefta Navendî ya Guneysuyê bû. Erdogan dema ket mizgeftê, silav da welatiyan û bi wan ra sohbet kir.
Di nimêja eydê da ya ku Miftiyê Rîzeyê Nacî Çakmakçi da kirin, Erdogan bi welatiyan ra bû sef.
Serokomar Erdogan her wiha piştî nimêjê, xutbeya ji hêla Çakmakçi hat dayîn guhdarî kir.
Erdogan paşê xîtabî cemaetê kir û wiha got, "Me Eyda Remezanê ku serê wê rehmet, navîna wê mexfiret û dawiya wê xilasbûna ji agirê cehnemê ye, bi xutbe û nimêja îro va temam kir. Xwedê me bigihîne hê gelek eydên remezanê. Xwedê bibe heval û alîkarê me."
Serokomar Erdogan got ku Nexweşxaneya Dewletê ya Tenzîle Erdogan a ku ew ê vekin, ji bo navçeya Guneysuyê û Rîzeyê bi xêr be û wiha dewam kir:
"Me meha remezanê ya bi xêr û bereket bir serî lê alema Îslamê di nav pirsgirêkên mezin da ne. Melûm e Rojhilata Navîn dikele. Em timî şehîd û xaziyan didin. Xwedê me ji mûsîbetên siyonîstan biparêze. Îsraîlê bi navê xwe yê 'Qehhar', qehr û perîşan bike. Xwedê me bigihîne wê roja yekîtî û îttihada alema Îslamê. Yekîtî û bihevrabûna we birayên min ên biqîmet daîm bike. Ji bo biratiyê tişta ku pêwîst e em bikin, lewra em birayê hev in. Bi vê wesîleyê va ez Eyda we ya Remezanê dîsa pîroz dikim û Xwedê bira heval û destegîrê me."
- "Îsraîla siyonîst wekî ku tê zanin, bi sed hezaran mirov kuşt"
Erdogan perey û pêlîstok da zarokên ku li dervayî mizgeftê li benda wî bûn û sîmît da pêşkêşî welatiyan.
Serokomar Erdogan eyda rojnamevanan jî pîroz kir û anî ziman ku wan meha pîroz a Remezanê li dû xwe hiştiye û wiha got:
"Îro em bi rûmet in ku Eyda Remezanê pîroz dikin. Xwedê Eyda Remezanê ji bo tevahiya cîhana Îslamê bike wesîleya rizgarî û vejînê. Xwedê di welatê me da bike wesîleya yekîtî, hevgirtin û biratiyê. Rojhilata Navîn niha dikele û ev Îsraîla siyonîst wekî ku tê zanin, bi sed hezaran mirov kuşt. Ez qet guman nakim ku înşallah ew ê berdêla vê yekê bide. Xwedê bibe alîkar û piştgirê me. Eyda Remezanê ji bo welatê me û miletê me bi xêr be."
Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Waliyê Rîzeyê Îhsan Selîm Baydaş, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Halît Yerebakan, Serokê Heyeta Mutewelî ya Weqfa Îlim Yaymayê Bîlal Erdogan û Serokê Bajêr yê AK Partiyê yê Rizeyê Yilmaz Katmer jî li Mizgefta Navend a Guneysuym nimêj kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
