Serokomar Erdogan: "Wek Tirkiye em ê helwesta xwe ya ku dîplomasiyê dide pêş bi biryardarî bidomînin"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê pevçûna di navbera Îsraîl û Îranê da wiha got: "Wek Tirkiye em ê helwesta xwe ya ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevdigere û dîplomasiyê dide pêş, bi biryardarî bidomînin."
Serokomar Erdogan ji bo beşdarbûna "Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê" bi balafira taybet a "TUR"ê çû Den Haaga bajarê Hollandayê.
Beriya çûyîna Hollandayê Serokomar Erdogan li Balafirgeha Esenbogayê daxuyanî da çapemeniyê.
Serokomar Erdogan der barê agahiya ku navbera Îsraîl û Îranê da agirbest çêbû da destnîşan kir ku ew kêfxweş in û wiha got: "Em ji ber agahiya ku di navbera aliyan da agirbest çêbû, kêfxweş in. Em bangawaziyê li aliyan dikin ku pabendê agirbestê bin. Wek Tirkiye em ê helwesta xwe ya ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevdigere û dîplomasiyê dide pêş bi biryardarî bidomînin."
Erdogan anî ziman divê li Xezeyê agirbesteke mayinde çêbibe û wiha axivî: "Gavên bêperwa ên Îsraîlê yên ji Filistînê dest pê kirin û digihêjin Libnanê, Sûriyeyê, Yemenê û di dawiyê da jî Îranê, tu carê nayên qebûlkirin. Pêdivî heye ku demildest li Xezeyê agirbesteke mayinde çêbibe, êrîşên Îsraîlê rawestin, rêya gihiştina alîkariyên mirovî bi awayekî bê navber, bê vekirin. Divê êrîşkariya Îsraîlê li tevahiya herêma me, bi temamî raweste."
Serokomar Erdogan anî ziman ku bandora pevçûnên navbera Îran û Îsraîlê da wê li ser hemû cîhanê çêbibe û wiha got: "Herêma me wê nikaribe barê şereke ku li cîhanê bê hîskirin, rake. Ji bo destkişandina ji çekan ya rast ew e ku derfet ji dîplomasiyê ra bê dayin. Divê aktorên cîhanî ji bo dawîanîna vê dînîtiyê tevdîrên bibandor bibînin. Wekî din ne tenê herêma me, tevahiya cîhanê wê berdêla wê yekê bide."
Erdogan behsa NATOyê jî kir û wiha got: "(Li NATOyê) Em weke Tirkiye bi taybetî parêzvaniya bi adîlane parvekirina kulfetê û çespandina ewlekariya Ewropayê dikin."
Derbarê armanca Tirkiyeya Bêteror da Erdogan anî ziman ku ew ê bigîhêjin serkeftinê û wiha axivî: "Ev pêvajoya ku weke dewlet em bi hesasiyetê dimeşînin, înşelleh em ê bi biryardarî bigihînin serkeftinê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ew di têkoşîna li dijî rêxistinên terorê da piştgiriyê didin rêvebiriya Sûriyeyê û wiha axivî: "Rêveberiya Sûriyeyê bi biryar e ku DEAŞ jî di nav da li dijî hemû rêxistinên terorê têkoşînê bide. Em jî piştgiriya ku hewce dike didin wan û em ê bidin jî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.