Serokomar Erdogan: "Wekî Tirkiye ji bo pêkanîna aştî û aramiyê em hemû çavkaniyên xwe seferber dikin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Wekî Tirkiye ji bo pêkanîna aştî û aramiyê û ji bo ji nû va aktîvkirina diyalog û dîplomasiyê em hemû çavkaniyên xwe seferber dikin."
Serokomar Erdogan di bernameya "Bi Welatiyên Rîzeyî ra Pîrozkirina Eydê" da axivî.
Serokomar Erdogan Eyda Remezanê ya welatiyan pîroz kir û wiha axivî: "Ez peyamên xwe yên piştgiriyê yên herî xurt ji bo hemû dostên me yên ku Xeze di serî da li hemû axên ku vê eydê bi êşê derbas dikin û dilê me diêşe ra dişînim."
Erdogan der barê rewşa li herêmê û hewldanên Tirkiye dide ku rewş baş bibe da wiha got: "Wekî Tirkiye ji bo pêkanîna aştî û aramiyê û ji bo ji nû va aktîvkirina diyalog û dîplomasiyê em hemû çavkaniyên xwe seferber dikin. Wekî alema Îslamê em hewl didin ku rêyeke din a ku tijî çal, astengî û dafik e derbas bikin. Ez bawer dikim ku em ê di demeke nêzîk da înşalah bi piştgiriya hev, bi hêvî, sebir û metanetê ji vê dewra îmtihanê ya li ser erdnîgariya me li dû xwe bihêlin. Bi hewldanên me va jî biryar hat dayîn ku pevçûnên Pakistan-Efxanistanê di eydê da werin rawestandin. Hêviya me ew e ku ev aramiya demkî mayînde bibe."
Serokomar Erdogan der barê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu da jî wiha got: "Terorîzma Netanyahu tehdîda li dijî aştiya herêmî û cîhanî didomîne. Êrîşên dijî Îranê bêîstîqrariya li herêma me hê kûrtir kiriye."
