Serokomar Erdogan: "Tu îzahateke wê tuneye ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê nikarin bên rawestandin"
"Tu îzahateke wê tuneye ku ev hovîtiya tê da dergûş, zarok û kal û pîr ji birçîna dimirin, 23 meh in dewam dike û nikare bê rawestandin."

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da wiha got: "Tu îzahateke wê tuneye ku ev hovîtiya tê da dergûş, zarok û kal û pîr ji birçîna dimirin, 23 meh in dewam dike û nikare bê rawestandin."
Serokomar Erdogan di Civîna 25emîn a Konseya Serokên Dewletên Rêxistina Hevkariya Şanghayê da axivî.
Erdogan der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê tên kirin da wiha got: "Tu îzahateke wê tuneye ku ev hovîtiya tê da dergûş, zarok û kal û pîr ji birçîna dimirin, 23 meh in dewam dike û nikare bê rawestandin. Li hemberî vê zilma ku bi salan e li ser gelê Filistînê tê kirin, berpirsiyariya me hemûyan e ku em NYyê bikin platformeke ku edaleta cîhanî temsîl dike."
Serokomar Erdogan behsa parastina yekparetiya axa Sûriyeyê jî kir û wiha axivî: "Piştgiriya me ya ji bo parastina yekparetiya axa Sûriyeyê, yekîtiya wê ya siyasî û rabûna wê ya li ser piyan, ji bo tevahiya herêma me wê bifeyde be. Em ê bi berdewamî li dijî her cure hewldanên têkbirina ewlehî û yekîtiya axa Sûriyeya cîran bin."
Erdogan anî ziman ku gavên ji bo aştiya mayînde a li Başûrê Kafkasyayê û Asyaya Navîn tên avêtin, gavên baş in û wiha got: "Gavên ku di demên dawî da ji bo pêkanîna aştiya mayînde, îstîqrar û refahê ya li Başûrê Kafkasyayê û Asyaya Navîn tên avêtin baş in."
Serokomar Erdogan vîzyon û tevgera Tirkiyeyê ya li hemberî hemû welatan jî wiha anî ziman: "Vîzyona Tirkiyeyê li ser bingeha rêzgirtina serwerî û yekparetiya axa hemû welatan e û divê pirsgirêk bi ruhê mizakere, dîplomasî û hevkariyê bên çareserkirin."
Ji bo hevkariya bi Teşkîlata Hevkariya Şanghayê ra jî Erdogan wiha axivî: "Teşkîlata Hevkariya Şanghayê ji bo zêdekirina ewlehiya vejenê û pêşxistina hevkariyên projeyên binesaziya stratejîk platformeke giring e. Hêvî dikim ku em hevkariya xwe ya bi Rêxistina Hevkariya Şanghayê ra xurtir bikin ku ev rêxistin nûnerê kevneşopiya rêya çareseriya hevbeş a ji bo pirsgirêkên îroyîn e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.