Serokomar Erdogan: "Tişta ku bi kîsweya mîzahê kirin, fîtkirineke eşkere ye, provokasyoneke nemerd e"
Serokomar Erdogan got ku ""Tişta ku bi kîsweya mîzahê kirin, fîtkirineke eşkere ye, provokasyoneke nemerd e"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Tişta ku bi kîsweya mîzahê kirin, fîtkirineke eşkere ye, provokasyoneke nemerd e."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Serokbajarên Berfirehkirî ya 172yemîn a ku li Hêwana Konferansê ya AK Partiyê hat lidarxistin da axivî.
Serokomar Erdogan der barê Karîkatura kovara Lemanê weşand da got ku "Bê exlaqên ku ji nirxên milet bê par in, edeb û adabê nizanin, bêhurmetiya wan a ku ji Resûlê Ekrem ra kirin, nayê qebûlkirin. Tişta ku bi kîsweya mîzahê kirin, fîtkirineke eşkere ye, provokasyoneke nemerd e. Kesên ku ji Resûlullah û pêxemberên me yên din ra bêrêzî kirin, wê li ber hiqûqê hesabê wê bidin. Em ê bibin şopînerê vê yekê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir heta ku ew li van meqaman bin, li vî welatî li ser navê çi dibe bila bibe, qebûl nakin ku kesek heqaretê li pîrozên me bike û got ku "Wezîfeya me ya eslî ye û ji bo me şeref e ku em xwedî li xatire û emanetê ezîz ê Pêxemberê xwe derkevin ku rêya me ronî kiriye û dile me bi şewqeta wî tijî ye. Miletê Tirk ji roja ku bi Îslamê muşeref bûye û vir va bi hezkirina pêxember temayuz bûye, miletekî wisa ye ku wesfê wî yê herî girîng hezkirina wî ya ji bo Resulullah e."
Serokomar Erdogan got ku "Serokê Giştî yê CHPyê şexsê min û partiya me sûcdar dike û dixwaze şerê xwe yê navxweyî di ser me ra bide. Ev helwesteke ne di cî da û kirêt e."
Serokomar Erdogan bal kişand ku nîqaşên li ser kongreyê ku dixwazin wan jî bikişînin navê pirsgirêka navxweyî ya CHPyê ye û wiha axivî:
"Hemû terefên doza ku çûye ber destê darazê CHPyî ne. Wê CHPyî li dadgehê bên pêşberî hev, delîlên xwe bînin û parastina xwe bikin. (Doza kongreya CHPyê) Em heya niha nebûne terefê vî şer û pevçûnê û em ê ji niha û pê da jî nebin teref. Wê CHPyî li dadgehê bên pêşberî hev, delîlên xwe bînin û parastina xwe bikin. Daraza Tirk ya serbixwe û bêteref jî wê biryara herî rast û di cî da bide. Hed û heqê kesî nîne ku pêçiya xwe ji endamên darazê ra bihejîne, bibêje 'em biryara darazê nas nakin' û zextê li ser dadgehan çêke."
Serokomar Erdogan got ku "2 sal berê pesnê namzedê xwe yê serokomariyê didan, niha jî heqaretên herî giran lê dikin. Ev edetê CHPyê ye, kî bikeve, dixwin. Pisûleya CHPyê xera bûye û qibleya xwe ya siyasî şaş kiriye."