Serokomar Erdogan: Tirkiye dikare di navbera Sûdan û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban da bibe navbeynkar

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina têlefonê ya ligel Serokê Konseya Desthilatdariya Sûdanê Ebdulfettah el-Birhan da destnîşan kir, Tirkiye ji ber nelihevkirina di navbera wan da dikare di nava Sûdan û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban da bibe navbeynkar.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan û Serokê Konseya Desthilatdariya Sûdanê Ebdulfettah el-Birhan bi têlefonê axivîn.
Hat diyarkirin ku di axaftinê da têkiliyên dualî û meseleyên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.
Li gor agahiyan Serokomar Erdogan di axaftinê da ji Serokê Konseya Desthilatdariya Sûdanê Birhan ra diyar kir ku Tirkiye ji ber nelihevkirina di navbera wan da dikare di nava Sûdan û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban da bibe navbeynkar.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.