Serokomar Erdogan: (Şewatên daristanan) Ji 1ê Hezîranê û vir va 149 berşik hatin binçavkirin û 38 kes hatin tewqûfkirin
"(Şewatên daristanan) Ji 1ê Hezîranê û vir va 149 berşik hatine binçavkirin, 38 kes hatine tewqûfkirin, der heqê 61 kesî da biryara kontrola edlî hatiye dayîn"

Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror ne bi tenê projeya Îtifaqa Cumhurê lê ya hikûmet û dewleta me û her wiha ji hemûyan jî giringtir ya gelê me ye."
Serokomar Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê piştî Civîna Kabîneyê xîtabî gel kir.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da der heqê şerê Rûsya-Ukrayna da wiha got, "Çawa ku maseya mizakereyê li Stenbolê hat danîn di dîrokeke ne dûr da maseya aştiyê jî dê li Tirkiyeyê bê danîn û ev şerê xwînî dê bi dawî bibe."
Di xîtaba xwe ya gel da her wisa Serokomar Erdogan qala pêvajoya Tirkiyeya Bêteror jî kir û wiha got, "Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror ne bi tenê projeya Îtifaqa Cumhurê lê ya hikûmet û dewleta me û her wiha ji hemûyan jî giringtir ya gelê me ye. Bira tu kes fikarê neke. Bi îzna Xwedê ev rêya me daye pêşiya xwe dê me bigihîne Tirkiyeyeke ku bi demokrasî û aboriya xwe jî bihêz e."
Serokomar Erdogan her wiha diyar kir ku gaveke biqîmet e ku serokê giştî yê partiya muxalefeta sereke îdia dike ku li pişt deriyên girtî xwedî li welatê xwe derdikeve ku li ber kamerayan jê gilîdar e û wiha dewam kir, "Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror nexasim ji bo partiya mixalefeta sereke firsendeke nedîtî ye e ku bibe kefareta gunehên wê yên berê. Têkoşîna Tirkiyeyê ya xwexilaskirina ji prangaya terorê divê ji nakokiyên bêencam û hesabên cuda yên îqbalê ra nebe qurban. Ne gel û ne jî dîrok vê efû dike."
Serokomar Erdogan dîsa bal kişand ku ew li herêmê bo aştiyê hewl didin, di hundir da jî ew di ser wan pirsgirêkan da diçin ku aramiyê têk dibin, zirarê didin yekîtiya gel û zemîna îstismarê didin hêzên xêrnexwaz.
Serokomar Erdogan her wisa der heqê şewatên daristanan da jî bal kişand ku êdî ji bo parastina daristanên ku "welatê kesk" e, ew her cure tedbîran distînin û wiha dewam kir, "Ji 1ê Hezîranê û vir va 149 berşik hatine binçavkirin, 38 kes hatine tewqûfkirin, der heqê 61 kesî da biryara kontrola edlî hatiye dayîn."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.