Serokomar Erdogan, Serokwezîrê Almanyayê Merz bi merasima fermî pêşwazî kir
Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ê hat ziyareta Tirkiyeyê, bi merasima fermî pêşwazî kir.
Siwariyan wesayîta meqamê ya Merz li ser kolana li pêşiya Kuliyeya Serokomariyê pêşwazî kir û heya ber deriyê protokolê hevaltiya wê kir.
Serokomar Erdogan li ber deriyê sereke yê kuliyeyê Merz pêşwazî kir. Piştî ku Erdogan û Merz li qada merasimê derbasî cihê xwe bûn, bandoyê marşên neteweyî yên herdu welatan lê da.
Serokomar Erdogan û Merz, heyetên xwe teqdîmî hevdu kirin û dû ra jî li ser pêpelûkan li ber alayên Tirkiye û Almanyayê destê hev girtin û poz dan rojnamegeran.
Erdogan û Merz dû ra derbasî hevdîtina dualî bûn. Piştî hevdîtinên di navbera heyetan da civîna çapemeniyê ya hevbeş dê bê lidarxistin. Piştî civînê jî Erdogan û Merz dê derbasî xwarina fermî bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
