Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Rawestandina êrîşkariya Îsraîlê ji bo cîhanê û mirovahiyê mecburiyet e"

Ekip  | 18.06.2025 - Rojanekırın : 19.06.2025
Serokomar Erdogan: "Rawestandina êrîşkariya Îsraîlê ji bo cîhanê û mirovahiyê mecburiyet e"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Rawestandina êrîşkariya Îsraîlê ji bo cîhanê û mirovahiyê mecburiyet e. Cînarê me Îran jî di nav da hemû welatên li herêma me divê ji van bûyeran dersên pêwîst hildin."

Serokomar Erdogan beşdarî Komcivîna Meclisê ya AK Partiyê bû û li wir axivî.

Erdogan silav û hezkirina xwe pêşkeşî rêhevalên xwe û ji 11 milyonî zêdetir endamên AK Partiyê kir.

- Kêmasiya mixalefeta kronîk a Tirkiyeyê kûrtir dibe

Serokomar Erdogan mixalefet rexne kir û wiha axivî: "Kêmasiya mixalefeta kronîk a Tirkiyeyê kûrtir dibe. Her çiqas ew hevrikê me yê siyasî be jî, em vê rewşê rast nabînin. Ew kesên ku çavkaniyên şaredariyan ên ku veguherandine dezgehên xwarinê û dixwin, mixalefeta sereke jî ji gendeliya xwe ra wekî mertala zindî bi kar tîne û ew siyaseta Tirkiyeyê jî nexweş dikin. Em ji bo welatê xwe şerm dikin ku partiya mixalefeta sereke ya welatekî mezin ê wek Tirkiyeyê, bi mehan e bi nîqaşa 'kî wê tûyê rûyê kê bike' va mijûl dibe. Li gor baweriya me divê Birêz (Ozgur) Ozel û rêvebiriya CHPyê di xeletiyê da dev ji israrê berdin, ji poşmaniyê sûd wergirin. Dema vê ji zû va hatiye."

- Enflasyon û hedefa Tirkiyeya Bêteror

Erdogan anî ziman ku di têkoşîna li dijî enflasyonê da heke pêşketin çêbe rewşa welêt jî wê biguhere û wiha got: "Di têkoşîna enflasyonê da her ku pêşketin çêbe, înşellah em ê refah, hêza kirînê û standardên jiyana temamê 86 milyonî zêdetir bikin."

Serokomar Erdogan behsa hedefa Tirkiyeya Bêteror kir û wiha got: "Girîngiya stratejîk a hedefa Tirkiyeya Bêteror hat fehmkirin. Ji bo ku em bi hêsanî bigihêjin vê hedefê pêdiviya me bi tevkarî û pêşxistina ruhê xebata bihevra heye."

- Pevçûna di navbera Îsraîl û Îranê da

Der barê êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê û tevgerên hikûmeta Binyamîn Netanyahu da jî Erdogan wiha axivî: "Netanyahu di sûcê nijadkujiyê da Hîtlerê zalim jî li dû xwe hiştiye. Em hêvî dikin ku aqûbeta wan wek hev nebe. Bi qasî yên ku piştgiriyê didin harbûna Îsraîlê, yên ku bê deng dimînin jî şirîkê rêtina xwîna sivîl, dergûş û zarokan in. Em êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê ji nêz va dişopînin. Ji bo bandorên muhtemel ên van êrîşan ên ser Tirkiyeyê, hemî saziyên me di teyequzê da ne. Bila dilê gelê me rihet be. Hikûmeta wan; heta dawiyê şopînerê berjewendî, aramî, zindeyî û asayişa Tirkiyeyê ye. Li hember hemî cure senaryoyan me amadekariyên xwe kirine û em dikin."

Serokomar Erdogan anî ziman ku mafê Îranê heye ku li hemberî Îsraîlê xwe biparêze û wiha dewam kir: "Ji bo Îranê mafekî pir siruştî, meşrû û hiqûqî ye ku li hemberî vê rêbirî û terorîzma dewletê ya Îsraîlê xwe biparêze. Li hemberî êrîşa ku li ber çavên mirovahiyê tê kirin, NY, saziyên navneteweyî û dewlet bêdeng dimînin û hinek jî piştgiriyê didin vê rêbiriyê. Ji bo ku ev êrîşên derînsanî yên dijî Xeze, Sûriye, Libnan, Yêmen û Îrana cînarê me bisekinin, çi ji destê me tê, em dikin."

Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Palpiştiya bi hêz a Îtifaqa Cumhur û AK Partiyê, di nava vê rewşê da, temînata 86 milyonî ye. Tirkiye li dijî mihraqên wesayetê û çeteya xiyanetê ya FETOyê, têkoşîn da û di heman demê da li dijî dûvikên siyonîzmê yên li welatê me ra jî têkoşiya. Tirkiye welatekî wisa ye ku xwediyê avakariyeke parastinê ya pêşketî ye û asîmanên xwe bi pergalên parastina asîmanî yên xwemalî diparêze. Heta em bigihêjin armanca xwe ya serbixwebûyîna tam a parastinê, em ê bi sebir, biryar û gavên qewî bi pêş kevin. Em ne rêveberê beqalekî ne, em Komara Tirkiyeyê ne ku yek ji mezintirîn dewletên cîhanê bi rê va dibin. Komara Tirkiyeyê dewleteke ji rêzê nîne. Bila kes me bi hinekên din ra miqayese neke. Bila kes me neceribîne û sebra me nepîve."

- "Rawestandina êrîşkariya Îsraîlê ji bo cîhanê û mirovahiyê mecburiyet e.

Serokomar Erdogan got divê êrîşên Îsraîlê bên rawestandin û wiha axivî: "Îsraîlê bi êrîşkirina li ser hin hedefên li Îranê va, li nava Îranê bi kirina sûîqestan va qada xwe ya eşqiyatiyê firehtir kir. Rawestandina êrîşkariya Îsraîlê ji bo cîhanê û mirovahiyê mecburiyet e. Cînarê me Îran jî di nav da hemû welatên li herêma me divê ji van bûyeran dersên pêwîst derxin. Têkoşîna me ya ji bo rawestandina êrîşkariya Îsraîlê wê bidome. Ji bo ku li herêma me aştî pêk bê, hewldanên me wê hê bi zêdebûn dewam bikin. Li herêma me ji bilî hizûr, aştî û îstiqrarê tu daxwazeke me tuneye. Em tenê li temamiya Rojhilata Navîn tevkarî, îstiqrar û ewlehiyê dixwazin. Em ji bo aştiyê ji dil hewl didin, lê di êrîşeke dijî me da jî em ê bi mîrateya ku ji dîrok û bav û kalên me ji me ra maye va bersiva ku heq kiriye bidin êrîşkar. Em ê navberê nedin têkiliyên xwe yên dîplomatîk û dîplomasiya xwe ya têlefonê. Ji bo pêşîlêgirtina felaketa wê tesîrê li ser her kesî bike, çi ji destê me tê em ê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın