Serokomar Erdogan: Niha divê em hemû bi hev ra birînên Filistînê bipêçin

Ankara
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan got, "Niha, divê em hemû bi hev ra birînên Filistînê bipêçin, Xezeyê ji nû va rakin ser piyan û ji bo xwîşk û birayên me yên Xezeyî bibin hêza jiyanê."
Serokomar Erdogan li Enqereyê di Bernameya Perwerdeya Serokatiya Karûbarên Aboriyê ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan der heqê Daxuyaniya Niyeta Civîna Aştiyê ya Şarm El Şêxê da wiha got, "Ez hêvî dikim ku Danezana Çaralî li herêma me di rêya ku diçe aştiya mayînde da bibe qonaxeke nû. Niha, divê em hemû bi hev ra birînên Filistînê bipêçin, Xezeyê ji nû va rakin ser piyan û ji bo xwîşk û birayên me yên Xezeyî bibin hêza jiyanê."
Serokomar Erdogan der heqê jinûva avakirina Xezeyê da jî wiha got, "Amerîka di serî da em ê digel welatên Kendavê biaxivin, nîqaş bikin û biryarê bidin ku ka em dikarin gavên çawa biavêjin. Ji nû va avakirina Xezeyê dibe ku bi salan bikşîne. Heyameke avakirinê û ya vejînê heye. Li vir berpirsiyariyeke girîng dikeve ser milê Tirkiyeyê."
Erdogan bal kişand ku li Xezeyê dilşikestî bin jî rûyê zarokan dikene û dayik dikarin zarokên xwe bêyî tirsa dê bombe bibarin bişînin kuçeyan û wiha got, "Heta ev jî ji bo me bextewarî ne."
Ji aliyê din va Serokomar Erdogan qala bihayê giran ê kirêyan jî kir û wiha bal kişand:
"Em der barê kirêyên zêde û bihayên xaniyan da projeyeke pir girîng dikin rewacê. Ji niha û pê va, di mijara kirê da dewlet wê plansaziya kar bike. Projeya me ya xaniyan ne tenê di polîtîkayên civakî da, di têkoşîna dijî enflasyonê da jî wê destê me xurt bike, gihîştina armanca enflasyonê ya yekreqemî da bibe alîkar. Em ê beşeke xaniyên civakî bi şertên guncav bidin kirêkirin û nexasim em ê rewşa malbatên me yên destteng rihet bikin."
Serokomar Erdogan her wiha der heqê siyaseta CHPyê û Serokê Giştî yê wê Ozgur Ozel da jî wiha axivî:
"Em şewqa krîza nasnameyê di siyaseta wan a derva da jî dibînin. Dema ku diçin dervayî welêt nikarin dev ji vê edeta gilî û gazinê ya ji welatê xwe berdin. Li paytextên Rojava li ser zar û zimanê rêhevalên xwe va şermezarkirina Serokomarê bi dengê gel hatiye hilbijartin ne siyaset û ne jî mixalefet e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.