Serokomar Erdogan, Muzaffer Gulşena ku di 15ê Tîrmehê da 3 xizmên wê şehîd bûn, ziyaret kir

Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Muzaffer Gulşena 99 salî ya ku di hewla derbeyê ya ji aliyê mensûbên Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) di 15ê Tîrmeha sala 2016an da 2 kur û zavayê wê hatin şehîdkirin, li mala wê ziyaret kir.
Serokomar Erdogan digel Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn, Parlamenterê AK Partiyê yê Enqereyê Osman Gokçek, Serokê Bajêr yê Enqereyê yê AK Partiyê Hakan Han Ozcan û Şaredarê Kizilcahamamê Suleyman Acar çûn mala Gulşenê.
Serokomar Erdogan silav da niştecihên taxê yên ku ew pêşwazî kirin.
Serokomar Erdogan peyra derbasî mala Gulşenê bû.
Serokomar demekê bi Gulşenê ra sohbet kir, Gulşenê jê ra got ku wê hinek pere kom kiriye û dixwaze ji zarokên li Xezeyê ra bişîne.
Li ser vê Erdogan telîmat da Midûrê Taybet Hasan Dogan, ku ev pere ji bo zarokên li FIlistînê bê şandin.
Metehan Gulşenê lawê Şehîd Lutfî Gulşen got ku di êrîşa dijî Kulliyeya Serokomariyê da bavê wî û du xizmên wî şehîd ketin, ew wek malbat bi vê serbilind in.
Gulşen got, "Bila cihê wan cinet be. Xwedê te ji serê me kêm neke. Em bi dîtina te bextewar bûn."