Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Merca sereke ye ku rêxistina terorê biryara fesxê bê kêmasî cîbicî bike û bi temamî çek deyne"

Zafer Fatih Beyaz  | 17.05.2025 - Rojanekırın : 18.05.2025
Serokomar Erdogan: "Merca sereke ye ku rêxistina terorê biryara fesxê bê kêmasî cîbicî bike û bi temamî çek deyne"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Merca sereke ye ku rêxistina terorê çekê xwe bi temamî deyne, biryara fesxê bê kêmasî cîbicî bike, îllegalîteyê biterîkîne."

Serokomar Erdogan dema vegera ji Tîrana paytexta Albanyayê ku mebesta beşdariya 6emîn Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê çûbûyê, di nava balafirê da daxuyanî dan, bersiv da pirsên rojnamevanan.

Erdogan bal kişand ser çekdanîna rêxistina terorê û Tirkiyeya bêteror û got, "Merca sereke ye ku rêxistina terorê çekê xwe bi temamî deyne, biryara fesxê bê kêmasî cîbicî bike, îllegalîteyê biterîkîne. Bêyî xelelanîna xatireya manewî ya şehîdên me, mafê xizmên şehîd û xaziyên me, emê bigihîjin Tirkiyeya bêteror. Di warê ka wê terorîstên dervayî sînorên me çekên xwe çawa radest bikin, digel mixatebên li cîranên me hevdîtin tên meşandin. Ev gav di heman demê da, wê xizmeta aramî, geşepêdan û îstiqrara Iraq û Sûriyeyê jî bike."

Serokomar Erdogan li ser mijara mizakereyên aşitiyê yên di navbera Rûsya-Ukraynayê da û got, "Emê hemî cure hewlan bidin ku diyaloga di navbera terefan da vekirî bimîne û mizakere bidomin."

Erdogan li ser girijiya di navbera Pakistan-Hindistanê û got, "Dema herdu alî bixwazin helbet tişta bikeve ser milê me, emê bikin. Em aşitiyê dixwazin, em naxwazin girjî di navbera herdu cîranan da hebe."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Derheqê CAATSAyê da ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku nermbûnek heye. Ez wer bawer dikim ku em ê pêvajoya CAATSAyê jî demildest çareser bikin."

Erdogan bal kişand ser hevpeymaniya Tirkiye û DYAyê ya di nava NATOYê da û wiha pê da çû:

"Pêdivê weke 2 hevpeymanên mezin ên NATOyê di navbera me da di warê parastinê da ti astengî û nehêl nebe. Em hêvî dikin ku hemû astengiyên li ber rihê hevkariya stratejîk bên rakirin. Hemû gavên erênî girîng in. Bawer dikim ku wê berdewam be. Ji bo tesîsa îstiqrara li herêma me û cîhanê, hevkariya Tirkiye-DYAyê xwedî giringiyeke jiyanî ye. Em hewl didin zemîneke diyalogê ya erênî û encamder çêkin."

Serokomar Erdogan li ser rewşa Xeta Xezeyê got, "Ji bo zexta li ser rêvebiriya Netanyahu zêde bibe em ê hemû emûrên di destê xwe da dîsa biemilînin. Xeze nikare rojek jî badilhewa bike. Em li hemû platforman tînin rojevê. Divê êrîşkariya Îsraîlê ya li Xezeyê bisekine."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.