Serokomar Erdogan: "Mafê îbadetkirina Misilmanan ya li Mescida Eqsayê nayê desteserkirin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Di tu şert û mercan da, bi tu hincetan, mafê îbadetkirina Misilmanan ya li Mescida Eqsayê nayê desteserkirin, astengkirin yan jî qedexekirin."
Erdogan di Civîna Serokên Bajaran ya Berfirehkirî ya partiya xwe da li Navenda Kongreyê ya AK Partiyê axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê da û got, "Şerê ku lil dijî Îranê hat destpêkirin, herêma me di nava bîna xwîn û barûtê da dihêle. Zarokên bêguneh li dibistanên xwe dibin armanca moşekan. Herêma me dijwartirîn rojên sedsalê dibîne. Tora qirkirinê ya nefretê çavên wê nixumandiye, di pişt argumanên dînî da û erdnîgariya me ber bi felaketê va dibin. Bila hemû kes piştrast be, em cudakariyê naxin navbera xwîşk û bira û cîranên xwe û em ji bo êşên wan jî vala nasekinin. Tirkiye û miletê Tirk, wê di rojên baş û xirab da jî gelên ku em wan dost û bira dibînin, tenê nehêlin."
Erdogan diyar kir hikûmeta Netanyahu ne tenê Îrana cîrana wan dike armanc, di heman demê da planên dagirkirina Libnanê jî gav bi gav dixe rewacê û wiha axivî, "Tevî ku şer şerê Îsraîlê ye, berdêla fatoreya encama wê ya giran pêşî Misilman paşê jî hemî mirovayetî dide. 27 roj in di çavê van êrîşkarên ku tu rêz li prensîb, nirx û norman negirtine da ferqa Şiî û Sunî yan jî ferqa Tirk, Kurd, Ereb û Fars tuneye. Ez li vê derê xwîn digirîm û dipirsim, çi ferqa rondikên ku li Isfehanê, li Tehranê dirijin ji yên ku li Hewlêr, Bexda, Beyrût û Riyadê dirijin heye? Gava ku dengê bombe û moşekan raweste, em ê li vê herêmê bi hev ra bijîn. Divê tu kes vê rastiyê ji bîr neke. Ez li vê derê xwîn digirîm û dipirsim, çi ferqa rondikên ku li Isfehanê li Tehranê dirijin ji yên ku li Hewlêr, Bexda, Beyrût û Riyadê dirijin heye?"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ji sala 1967an vir va cara yekem e ku nimêja eydê li Mescida Eqsayê nehat kirin û wiha got, "Ev helwest êrîşeke bêşerm e dijî baweriya du milyar Misilmanan."Siyonîzma ku dê neyartiya di navbera gelên bira da mezin bike, ewê piştevaniyê bide planên parçe û dabeş bike-birêva bibe û em vê hewldan û nîqaşa wê red dikin. Di tu şert û mercan da, bi tu hincetan, mafê îbadetkirina Misilmanan ya li Mescida Eqsayê nayê desteserkirin, astengkirin yan jî qedexekirin."
Erdogan got ku "Em ê ji siyaseta xwe ya derva ya aştîxwaz ku me li ser bingeha aştî ji bo hemûyan, îstîqrar ji bo hemûyan û aramî ji bo hemûyan ava kiriye, paşva gav neavêjin."
Serokomar Erdogan, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel rexne kir û wiha axivî, "Rexnekirina helwesta rast ya Tirkiyeyê ji aliyê kesekî ku di raya giştî da wekî parêzvanê wesayetê tê zanîn, mînaka mîzaha reş e. Rewşên demkî yên ku ji şokên periyodîk yan gerdûnî derdikevin holê, wê me ji armancên me dûr nexin. Bi îzna Xwedê em ê di dawiyê da bigihîjin armanca xwe. Ji gelek kesên bêkêr û azwer derbeyên giran bixwe jî rastiya Tirkiyeyê heye ku nakeve û mîna kevirekî li ser piyan e. Kes nikare vê Tirkiyeyê bîne ser çokan."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
