Serokomar Erdogan li Zambiyayê ye
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji hêla Edgar Lunguyê Serokomarê Zambiyayê va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.

Ankara
LUSAKA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji hêla Edgar Lunguyê Serokomarê Zambiyayê va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Serokomar Erdogan piştî serdana xwe ya li Komara Afrîkaya Başûr gorî saeta Tirkiyeyê di 12.45an da hat Balafirgeha Kenneth Kaundeyê ya Lusakayê.
Dema Erdogan û xanima xwe Emîne Erdogan ji balafirê peya bûn Lunguyê Serokomarê Zambiyayê û xanima wî Esther Lunguyê wan pêşwazî kirin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji hêla Edgar Lunguyê Serokomarê Zambiyayê va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Di pêşwazîkirinê da Wezîrê Karên Derva yê Zambiyayê Joseph Malanjî, wezîrên din, Balyozê Enqereyê yê Zambiyayê Joseph Chilengî, Baltoza Lusakayê ya Tirkiyeyê Şebnem Încesu û personelên balyozxaneyê amade bûn.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan, Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Mehdî Eker û Parlamenterê MHPyê yê Kayseriyê Îsmaîl Ozdemir jî bi Erdogan ra hatin Lusakayê.