Serokomar Erdogan li Sîncîkê xîtabî welatiyan kir
"Em wan kesan hewaleyî wijdana maşerî dikin ku li hemberî êşeke hevpar a mîna erdhejê jî dev ji hesabên xwe yên piçûk bernadin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Em wan kesan hewaleyî wijdana maşerî dikin ku li hemberî êşeke hevpar a mîna erdhejê jî dev ji hesabên xwe yên piçûk bernadin."
Serokomar Erdogan li Sîncîka navçeya Adiyemanê xîtabî gel kir û di destpêka axaftina xwe da ji bo 85 kesên di erdhejê da li Sîncîkê canê xwe ji dest dan ji Xwedê rehmet xwest.
Erdogan bal kişand, di erdhejê da li navçeyê 225 avahî hilweşiyan, 188 avahî jî giran xesardîtî ne û wiha got, "Em nikarin canên me ji dest dan bi paş da bînin, lêbelê derfetên me hene em ziyanên ji xeynî wê tevan telafî bikin. Em ê înşelah di kurtedemekê da dest bi teslîmkirina xaniyên welatiyên me yên xwedan heq ên li navçeyê û li gundan bikin. Xwedê welatê me, miletê me, şehrê me ji her cure afat, qeza û belayê biparêze."
Serokomar Erdogan her wisa wiha got, "Em wan kesan hewaleyî wijdana maşerî dikin ku li hemberî êşeke hevpar a mîna erdhejê jî dev ji hesabên xwe yên piçûk bernadin."
Erdogan di navbera axaftina xwe da gazî Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu kir ku derkeve ser dikê û telîmat dayê ku rêbejaya Sîncîk-Meletî û Sîncîk-Kahtayê di zûtirîn demê da bê çêkirin.
