Serokomar Erdogan: "Li dinyayê îro Tirkiye pêşîkêşiya dîplomasiya aştiyê dike"
Serokomar Erdogan got ku "Tirkiye îro senceqteriya dîplomasiya însanî dike. Îro li dinyayê Tirkiye pêşîkêşiya dîplomasiya aştiyê hildaye ser xwe."
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Tirkiye îro senceqteriya dîplomasiya însanî dike. Îro li dinyayê Tirkiye pêşîkêşiya dîplomasiya aştiyê hildaye ser xwe."
Serokomar Erdogan beşdarî bernameya "GENÇFEST: Mihrîcaneke Ciwaniyê" ya ku ji hêla Şaxên Ciwaniyê ya Navenda Giştî ya AK Partiyê va hat lidarxistin bû û di bernameyê da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ku Tirkiye îro senceqteriya dîplomasiya însanî dike û got ku "Îro li dinyayê Tirkiye pêşîkêşiya dîplomasiya aştiyê hildaye ser xwe."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji bo avakirina welatek û herêmekî ku lê teror, şîdet, tehdîda terorê tune gelekî dixebitin û der barê xebatên Tirkiyeya Bêteror da jî ev gotin:
"Em ji bo ku welat û gelê xwe bi temamî ji vê musîbetê xilas bikin pêngavên gelekî hesas û biryardar diavêjin. Em heta bigihêjin hedefa xwe dê nesekinin. Hin kesên ewqas bûne êsîrp îhtirasên xwe ku dikarin bibêjin bila Îtifaqa Cumhur aştiyê bi dest nexwe 'Teror bila dewm bike û here' hene. Bila tu kes li qisûrê nenêre. Em êdî dixwazin ku ji vê musîbetê (teror) bi awayekî teqez û mayînde xilas bibin. Tirkiyeya Bêteror dê bibe mîhenga Sedsala Tirkiyeyê. Em ê vê berhemê jî diyariyê we ciwanên xwe bikin. Em wek Îtifaqa Cumhur di nav piştevaniyeke tam da înşeallah terorê xilas dikin, Tirkiyeyê digihînin aramî, biratî, refahê. Ev dê bibe berhema me ya herî mezin. Înşeallah em ê di demek nêz da heta hetayê Tirkiyeyê ji pirsgirêkekî ku tam 40 sal e li ser milê wê ye xilas bikin. Em ê hemû bi hev ra vê bikin."
Serokomat Erdogan got ku "Kesên ji bo ku gendeliyên xwe bincil bikin xwe li pişt ciwanan vedişêrin, ciwanan tehrîk dikin, kolanan wekî navnîşan nîşan didin dê dawiya dawiyê têk biçin."
