Polîtîka

Serokomar Erdogan, ji bo Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî hêviya silametiyê xwest

Koray Taşdemir  | 30.03.2026 - Rojanekırın : 31.03.2026
Serokomar Erdogan, ji bo Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî hêviya silametiyê xwest

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra bi têlefonê axivî.

Li gor daxuyaniya ku Wezareta Ragihandinê ya Serokomariyê belav kir, herdu alî di hevdîtinê de, li ser pêvajoya pevçûn û geşedanên dawîn ên li herêmê sekinîn.

Serokomar Erdogan, di axaftinê de, ji ber êrîşa li dijî xaniyê Nêçîrvan Barzanî hêviya silametiyê xwest.

Erdogan diyar kir ku, Tirkiye her tim li hemberî êrîşên bi vî rengî ye, herwiha pevçûnên li herêmê jî divê demildest rawestin.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.