Serokomar Erdogan: "Ji bo ku welatiyên me beriya Remezanê mexdûr nebin, em hemû tevdîran dibînin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Ji bo ku welatiyên me beriya Remezanê ji ber kesên firsendperest û çavbirçî ên li dû pereyan digerin mexdûr nebin, em hemû tevdîran dibînin û em ê bibînin jî."
Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya Serokomariyê ya ku li Kuliyeya Serokomariyê çêbû, bangî gel kir.
%2FAA-37155726.jpg)
- Demokrasiya li Ewropayê
Erdogan destnîşan kir ku li Ewropayê tevgerên rastgir ên tundrew di siyasetê da bûne aktorên diyarker û wiha axivî: "Demokrasiya lîberal a ku îdeolojiya herî balkêş a sedsala borî bû, ketiye nav qeyran û tengasiyeke giran. Valahiya ku di demokrasiya Ewropayê da derketiye holê wek ku di hilbijartinên dawîn da jî tê dîtin, bi demagogên rastgir ên tundrew va tê dagirtin."
Serokomar Erdogan anî ziman ku rola Tirkiyeyê ji bo Yekîtiya Ewropayê girîng e û wiha pê da çû: "Bi tenê Tirkiye û endamtiya Tirkiyeyê dikare ji aboriyê bigire heta parastinê, ji siyasetê bigire heta îtîbara navneteweyî Yekîtiya Ewropayê ji tengasiyê xelas bike."
Erdogan di mijara Filistîn û Xezeyê da sazî û welatên Rojavayî rexne kir û wiha got: "Sazî û serokên Rojavayî yên ku piraniya wan zarok û jin qetlîama ji 61 hezarî zedetir sivîlan temaşe kirin, di ezmuna mirovahiyê ya li Xezeyê da bi ser neketin."
%2FAA-37155729.jpg)
- "Me stratejiya pîşesazî û teknolojiyê ya sala 2030î nirxand"
Serokomar Erdogan got di Civîna Kabîneyê ya îro da ew li ser gelek mijaran axivîne û wiha dewam kir: "Di civîna Kabîneyê ya îro da me stratejiya pîşesazî û teknolojiyê ya sala 2030î ya ku wê di hilberîna pîşesazî û teknolojiyê da serxwebûna welatê me xurt bike, nirxand. Me di qadên mobîlîte, petrokîmya, parastin û teknolojiyên vejena tavê da projeyên xwedî budçeya 7 milyar dolarî ên ku wê di demeke kin da bikevin rewacê, nirxand."
Erdogan anî ziman ku şirketeke Çînî ya otomotîvê wê li Samsunê dest bi xebatan bike û wiha agahî da: "Şîrketeke Çînî li Samsunê veberhênanê dike, amadehiyên xwe temam kir. Em ê di demeke kin da bibînin ku hîmê vê marqeyê wê li Samsunê bê avêtin."
- Hevdîtinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê da
Serokomar Erdogan der barê hevdîtinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê da jî wiha axivî: "Mêvandariya hevdîtinan jî di nav da, em ji her cure piştgiriyê ya ji bo ku pêvajoya aştiyeke mayînde bibe ra amade ne. Em dixwazin ev şerê ku bû sedema mirina bi sed hezaran mirovan û dayîna berdêlên giran ên her du welatan, êdî bi dawî bibe."
- "Ji bo ku welatiyên me beriya Remezanê mexdûr nebin, em tevdîran dibînin"
Erdogan anî ziman ku ew li hemberî kesên ku firsendperest û çavbirçî tevdîran dibînin û wiha got: "Ji bo ku welatiyên me beriya Remezanê ji ber kesên firsendperest û çavbirçî ên li dû pereyan digerin mexdûr nebin, em hemû tevdîran dibînin û em ê bibînin jî. Ji bo ku siya kesên çavbirçî nekeve li ser şahiya Remezanê ya miletê me, Wezaretên me yên Bazirganî, Çandinî û Darayîyê hewleke mezin didin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
