Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Ji bo erdhejê divê bi lez û bez tevdîr bên hildan"

Mümin Altaş  | 03.02.2025 - Rojanekırın : 04.02.2025
Serokomar Erdogan: "Ji bo erdhejê divê bi lez û bez tevdîr bên hildan"

Ankara

Serokomar Erdogan: "(Li Kartalkayayê şewata otêlê) Ji bo edelet pêk bê çi hewce dike em dikin. Komîsyona lêkolînê ya tê plankirin li meclisê were avakirin wê pêvajoyê birêva bibe."

Serokomar Recep Tayyip Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya li Kuliyeya Serokomariyê xîtabî milet kir.

Serokomar Erdogan derbarê şewata otêlê ya li Kartalkayayê da got:

"Di serî da ji wan çavbirçiyên ku tedbîrên bi hasilata şevekê dikaribû bên hildan, ji bo "dibe mesref" hilnedan û ji hemî berpirsan yek bi yek hesab bê pirsîn.

Ez bawerim ku piştî karesata Bolu Kartalkayayê ku dilê me hemîyan şewitand, hemî turîzmvanên me jî dersa xwe hilda."

-Ji bo erdhejê divê tevdîr bên hildan

Serokomar Erdogan wiha axivî: "(Herêma erdhejê) Ew kesên ku di serdema hilbijartinê da xanî wehd kirin, du sal in ku li meynanê naxuyên helbet nikarin xîret û berxwedana me fam bikin."

Armanca me ew e ku em wan bajarên xwe yên afadzede bi sersazî, binesazî, xweşikiyên tebiî û dîrokî va ji halê berê xweştir bikin."

Serokomar Erdogan: "Di serî de Istenbol em mecbûrin ku bi lez û bez ji bo erhejê tedbîrên xwe hildin, ji bilî vê tu vebijêrkên me tune ne."

Serokomar Erdogan: "Ez cardin îfade dikim, rêvebirên me yên herêmî şûna ku li pey berjewendiyên siyasî dibezin divê bajarên xwe bi projeyên veguherînê va ji bo erdhejê amade bikin"

Serokomar Erdogan: "Tercîha wan a siyasî çi dibe bila bibe, em ê erdhejzedeyên xwe li hêviya însafa wan turîstên erdhejê nehêlin."

-Projeya li Çolterê Bereket ji Heywandariyê ra Piştgirî

Serokomar Erdogan bal kişan li ser Projeya li Çolterê Bereket ji Heywandariyê ra Piştgirîyê û got:

Hilberînerên me wê karibin heta 2 sala bê dayin, heta 3 an 5 salan jî krêdiya bi subvansiyon bikarbînin

Heta salekê mehane qasî ucreta asgarî, yanî bi tevahî 270 hezar lîre alîkariya xwedîkirinê emê bidin.

Armanca me ew e ku em şirketên malbatan xurt bikin, di sektora çandiniyê da jimara ciwan û jinan zêdetir bikin."

Serokomar Erdogan di dawiya axaftina xwe da mezlûmên li Xezeyê bi bîr xist û got:

"Divê em di vê pêvajoyê da birayên xwe yên Xezeyî tenê nehêlin. Ez banga xwe dûbare dikim, divê em berî meha Remezanê zêdetir piştgiriyê bidin mezlûmên Xezeyî."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın