Serokomar Erdogan: Hilbijartina ku xwîşk û birayên me yên Tirkên Qibrîsê îradeya xwe li ser sandoqan nîşan dan, bixêr be

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Ez Birêz Tufan Erhurmanê ku li gorî encamên nefermî di hilbijartinên îro yên li Komara Tirk a Qibrîsa Bakur çêbûn da wekî Serokomar hat hilbijartin, pîroz dikim"
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe NSosyalê der barê hilbijartina serokomariyê ya li Komara Tirk a Qibrîsa Bakur (KKTC) da peyamek weşand.
Erdogan di peyama xwe da wiha got: "Ez Birêz Tufan Erhurmanê ku li gorî encamên nefermî di hilbijartinên îro yên li Komara Tirk a Qibrîsa Bakur çêbû da wekî Serokomar hat hilbijartin, pîroz dikim. Ez hêvî dikim ev hilbijartina ku demokrasiya Komara Tirk a Qibrîsa Bakur careke din nîşan da, ya ku xwîşk û birayên me yên Tirk ên Qibrîsê îradeya xwe li ser sandoqan nîşan dan, ji bo welatên me û herêma me bixêr be. Wek Tirkiye em ê digel xwîşk û birayên xwe yên Tirkên Qibrîsê bi hev ra dîsa li her platformê mafên serweriyê û berjewendiyên Komara Tirk a Qibrîsa Bakur biparêzin."