Serokomar Erdogan: Hikûmeta Netanyahu ya faş bûye, êrîşên xwe yên canî bênavber didomîne
"(Êrîşa Îsraîlê ya dijî Nexweşxaneya Nasirê) Hikûmeta Netanyahu ya faş bûye, êrîşên xwe yên canî bênavber didomîne da ku bi navê mirovahiyê çi heye ji navê bibe"

Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Hikûmeta Netanyahu ya faş bûye, êrîşên xwe yên canî bênavber didomîne da ku bi navê mirovahiyê çi heye ji navê bibe."
Serokomar Erdogan li Xelata navçeya Bidlîsê piştî civîna Kabîneya Serokomariyê ya li Kuliyeya Serokomariyê ya Xelatê daxuyanî dan.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser êrîşa Îsraîlê ya dijî Nexweşxaneya Nasirê û wiha got, "Hikûmeta Netanyahu ya faş bûye, êrîşên xwe yên canî bênavber didomîne da ku bi navê mirovahiyê çi heye ji navê bibe."
- "Em sala 2026an jî ji bo aboriyê wekî 'sala reformê' dibînin û amadekariyên xwe yên ji bo reforman xurt dikin"
Erdogan her wiha daxuyand ku rezervên Banqeya Navendî gihîştin 176,5 milyar dolarî û rekora dîroka Komarê şikênand û wiha got, "Van hefteyên dawîn borseya me bilez bi xwe va tê. Em sala 2026an jî ji bo aboriyê wekî 'sala reformê' dibînin û amadekariyên xwe yên ji bo reforman bilez xurt dikin. Digel pevçûnên li herêma me, nediyariyên di aboriya kurewî da û kampanyayên menfî yên derdorên melûm, em fêkiyên bernameya aboriya xwe berhev dikin."
Serokomar Erdogan wiha got, "Ji bo kesên şûna xizmetê bikin, çavkaniyên gel mêtin û pê zik dan û her wiha ji bo wan muhterisên ku şaredarî kirine çewlika malbatê êdî behr bi dawî bû."
- Hedefa zêdekirina rêyên hesinî
Serokomar Erdogan der heqê hedefa zêdekirina rêyên hesinî yên Tirkiyeyê da jî wiha got, "Hedefa me ew e ku em rêhesinên xwe di 2028an da derxin 17 hezar û 500 kîlometreyî û di 2053yan da jî derxin 28 hezar û 600 kîlometreyî."
- Korîdora Zengezûrê
Serokomar Erdogan der heqê Korîdora Zengezûrê da jî wiha got, "Dema proje tevî hemû unsûrên xwe were cîbicîkirin, hevkariya aborî ya Tirkiye, Azerbeycan û Ermenistanê dê bikeve qonaxeke nû."
- Şewata daristanan
Serokomar Erdogan der heqê şewata daristanan da jî wiha got, "Dema em li rêjeya qadên daristanan ên şewitîn dinihêrin, hema hema ji hemû welatên em di heman kembera avûhewayê da ne, em li cihekî baştir in. Di danîna daran a piştî şewatê jî em pir serkeftî ne. Ji welatên herî zêde daran datînin, li Ewropayê em 1em û li dinyayê jî em 4em in."
- "Em destûrê nadin ku li hemberî birayên me yên li dervayî welêt dijîn cudakarî were kirin"
Serokomar Erdogan her wiha got, "Birayên me yên li dervayî welêt dijîn, torbeyên xîzê nînin ku tu kes, aktorên bêşiûr ên mixalefeta sereke bi dilê xwe bi ser wan da siyasetê bikin. Em tu wextî destûrê nadin ku li hemberî van birayên me cudakarî were kirin ku bi ked, têkoşîn û serkeftinên xwe yên bêhejmar, xurbet kirine war."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.