Serokomar Erdogan: "Heya îro me li hember emaneta Stenbolê bê rêzî nekir, ji îro pê da jî emê lê xwedî derkevin"

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Me bi baweriya xwe, bi zimanê xwe, bi kevneşopiyên xwe, bi motîfên xwe, bi gencîneya xwe ya ilmî û çandî va gelek nirx bexşî mirovahiyê kirin. Çi hêman hebin ku rehên giyanê me xurt dikin û nasnameya me pêk tînin, me karî di huner û berhemên xwe da van hemûyan nîşan bidin, vebêjin û li ser wan bifikirin."
Serokomar Erdoganli Qesra Kongre û Nimayişê ya Lutfî Kirdar beşdarî bernameya vekirina pêşangeha "Pênc Resam û Bajarek, Dilê Min Stenbol" ku bi pêşengiya koleksiyoner Mehmet Çebî ku xwediyê Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê ye, hat lidarxistin, bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan bi silavkirina beşdaran dest bi gotara xwe kir û spasiya xwediyê koleksiyonê û hemî mirovên ku keda wan di pêşangehe da hene kir.
Serokomar Erdogan got, "Me bi baweriya xwe, bi zimanê xwe, bi kevneşopiyên xwe, bi motîfên xwe, bi gencîneya xwe ya ilmî û çandî va gelek nirx bexşî mirovahiyê kirin. Çi hêman hebin ku rehên giyanê me xurt dikin û nasnameya me pêk tînin, me karî di huner û berhemên xwe da van hemûyan nîşan bidin, vebêjin û li ser wan bifikirin. Me di huner û berhemên xwe de karîn û hemû hêmanên ku rehên me yên manewî yên ku nasnameya me pêk tînin xwedî dikin, bifikirin, vebêjin û li ser wan eleqedar bibin."
Erdogan bal kişand ser bajarê Stenbolê û got, "Heya îro me li hember xatireya ezîz û emaneta Stenbolê bê rêzî nekir, înşelleh ji îro pê da jî emê li emanetê xwedî derkevin. Ji Xezeyê heta Sûriyeyê, ji Somaliyê heta Sûdanê, ji Qefqasyayê heta Balkanan, her em li kuderê bin em xwedî li Stenbolîbûna xwe derdikevin."
Serokomar Erdogan ji bo Sedsala Tirkiyeyê got, "Sedsala Tirkiyeyê ya ku em bi gavên biryardar ber pê va dimeşin, ez wisa bawer im ku ewê bi berhemên erbabên me yên çand û hunerê were şêwedarkirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.