Serokomar Erdogan: "Heta ku em bigihîjin Tirkiyeya Bêteror, em ê bi biryardarî tevgera xwe bidomînin"
- "Em biryara dawî ya komîsyonê wisa dinirxînin ku pêşiya pêvajoyê vedike, piştgiriyê dide pêvajoyê, tesfiyekirina terorê bileztir dike. Heta ku em bigihîjin Tirkiyeya Bêteror, em ê bi sebir, dilsozî, wêrekî û biryardariyê tevgera xwe bidomînin."
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Heta ku em bigihîjin Tirkiyeya Bêteror, em ê bi sebir, dilsozî, wêrekî û biryardariyê tevgera xwe bidomînin."
Serokomar Erdogan di rêya vegerê ya Afrîkaya Başûr ya ji bo ku beşdarî Civîna Serokên G20ê bibe çûbû da, di balafirê da pirsên rojnamevanan bersivandin.
Der barê tevgerên Îsraîlê yên ku guh nade agirbestê û êrîşan dike da Serokomar Erdogan wiha axivî: "Ez bawer dikim ku civaka navneteweyî heke îradeyeke bi biryardarî, hevgirtin û mueyîdeyan nîşan bide, wê Netanyahu bide rawestîn. Mecburiyeteke divê neyê taloqkirin heye ku zexta dîplomatîk a li ser Îsraîlê divê bê zêdekirin û rê li ber gihîştina alîkariya mirovî ya ji bo herêmê bênavber bê vekirin. Hemas li hemberî hemû van provokasyonên Îsraîlê sebireke mezin nîşan dide û guh dide agirbestê. Pêwîst e ku ev agirbest bê kêmasî were bicîhanîn."
Serokomar Erdogan der barê şerê di navbera Rûsya û Ukrayna da jî wiha got: "Wekî Tirkiye me çawa ku berî niha li Stenbolê roleke girîng hilda ser xwe, îro jî em amade ne ku heman helwesta xwe ya erênî bidomînin."
Erdogan behsa komîsyona ku ji bo Tirkiyeya Bêteror xebatên xwe didomîne kir û wiha axivî: "Em biryara dawî ya komîsyonê wisa dinirxînin ku pêşiya pêvajoyê vedike, piştgiriyê dide pêvajoyê, tesfiyekirina terorê bileztir dike. Heta ku em bigihîjin Tirkiyeya Bêteror, em ê bi sebir, dilsozî, wêrekî û biryardariyê tevgera xwe bidomînin."
Serokomar Erdogan der barê rewşa li Sûriyeyê da jî wiha axivî: "Dema mijar dibe ewlehiya neteweyî ya welatê me, her kes dizane ku em kîjan gavan diavêjin. Heke em dîsa rastî talûkeye wisa bên, em ê tişta pêwîst dike, bikin."
Erdogan partiya mixalefetê CHPyê jî rexne kir û wiha got: "Tekane rojeva rêvebiriya CHPyê nixumandina îdiayên erjeng ên li pêşiya darazê ye, ji bo nedîtina rezaleta ku partî ketiye navê, deng derdixe. Em dibînin ku Birêz Kiliçdaroglu jî ji marên ku di paşila xwe da xwedî dikirin, aciz bûye û îsyan kiriye."
