Serokomar Erdogan: "Hemû kesên ku piştgiriya pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dikin wê navê xwe li dîrokê binivîsînin"

Ankara
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da got, "Hemû kesên ku piştgiriya vê pêvajoya ku di meşa pêşeroja Tirkiyeyê da heyameke girîng e, dikin, wê navê xwe li dîrokê binivîsînin."
Erdogan li Navenda Kongreyê ya AK Partiyê di Bernameya Salewexta 24an ya Avakirina AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Di vê roja taybet da ku em salewexta 24an ya avakirina partiya xwe pîroz dikin da, em malbata AK Partiyê bi endamên nû hê mezin dikin. Bi îzna Xwedê em ê destûrê nedin bêkifayetên ku ji edebê bêpar in, devê wan xerab e û ji xwe şerm nakin."
Erdogan diyar kir îxracata wan ya ku di sala 2002yan da 36 milyar dolar bû, di meha Tîrmehê da salane derket 270 milyar dolarî.
Serokomar Erdogan der barê xizmetên di warê tenduristiyê da got, "Îro 2,9 milyon welatiyên me li malê tên dermankirin. Me 25 nexweşxaneyên bajêr ku ji 37 hezar û 127 nivînan pêk tên temam kirin û ji bo xizmetê vekirin."
Erdogan bal kişand ser pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û wiha axivî, "Bi xêra pêvajoyê em ê tenê meseleya terorê çareser nekin, em ê gef û îhtimala terorê jî bi temamî ji holê rakin. Em dixwazin ku dîwarê di nava gelê me da danîne, rakin. Em biratiya xwe ya ezelî û ebedî zexim bikin û pêşeroja xwe bi hev ra ava bikin. Em mecbûr nînin di her mijarê da weke hev bifikirin, lê wezîfeya me ye ku em Tirkiyeya Bêteror pêk bînin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir bi pêvajoya Tirkiyeya Beteror firsendeke dîrokî çêbûye ku Tirkiye meseleya xwe ya herî kronîk çareser bike û wiha got "Em naxwazin ku ev badilhewa bibe. Hemû kesên ku piştgiriya vê pêvajoya ku di meşa pêşeroja Tirkiyeyê da heyameke girîng e, dikin, wê navê xwe li dîrokê binivîsînin."
Erdogan diyar kir ji Sûriyeyê bigire heya Rojhilatê Behra Sipî û ji Balkanan bigire heya Afrîkayê, li qadeke berfireh dibin şahidên nîşaneyên polîtîkayên 'dijberiya Tirkiyeyê'.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.