Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Hefteya pêşiya me ewê hevdîtineke min bi heyeta DEMê ra çêbibe"

İsmet Karakaş  | 26.06.2025 - Rojanekırın : 26.06.2025
Serokomar Erdogan: "Hefteya pêşiya me ewê hevdîtineke min bi heyeta DEMê ra çêbibe"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da got, "Hefteya pêşiya me, heke nesîb be, ewê hevdîtineke min bi heyeta DEMê ra çêbibe. Derbarê Tirkiyeya Bêteror da hinek mijar hene ku em li ser biaxivin."

Serokomar Erdogan dema vegera ji Laheya bajarê Hollandayê ku bi mebesta beşdariya Lûtkeya Serokdewlet û Serokhikûmetên endamên NATOyê lê bû, daxûyanî dan û bersiv da pirsên rojnamegeran.

Serokomar Erdogan bersiv da pirsên weke "Gelo pêvajoya derbarê armanca Tirkiyeya Bêteror, weke tê plankirin dimeşe ya na", "Di warê çekdanînê da gavên berbiçav wê bên dîtin yan na" û "Hevkêşeya nû ya li hember pêşhatên nû yên li Îranê ewê rengvedaneke çawa li pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' bike".

Erdogan anî ziman ku pêvajo bi awayekî biryardar, bi sebir û xweşbîn didome û got, "Weke Îtîfaqa Cumhûr em hewl didin xebatên ji bo 'Tirkiyeya Bêteror' ji bandorên derekî dûr bigirin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku yekeyên ewlekariyê ji nêz va bi mijara çekdanînê va mijûl in û got, "Li Meclisê yekîtiyeke têgihiştinê çêbû; piştevaniya bo pêvajoyê di asta jorîn da ye. Pêdivê mijar bo qada polemîkê ya siyaseta rojane neyê kişandin. Di mijareke wisa da pêdivê hesasiyetên neteweyî derkevin pêş. Binerin di qada siyasetê her tişt diçe û tê, lêbelê erksitandina di mijareke wiha da dibe sedema ku di hafizeya milî da ebedî bi xêr were bîranîn. Em wisa li pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' dinerin. Gotinên hêvîbexş ên Cenabê Serokê Giştiyê MHPê Devlet Bahçelî û berteka berpirsyarane ya heyeta DEMê ji bo serkeftîbûna pêvajoyê gelekî giring e. Ez dixazim bi kêfxweşiyeke mezin bêjim ku; Tirkiye êdî di warê çareserkirina meseleyeke navxweyî da mesafeyeke baş qet kir. Pêvajo hê kuta nebûye û pêdivê li hember provokasyonan baldarî hebe."

Erdogan tekezî li wê yekê kir ku pêşhatên dawîn ên ku li derdorê qewimîn nîşan da ku banga hêzdarkirina eniya navxweyî, çiqas bertekeke bi îsabet e û wiha pê da çû:

"Tiştên ku qewimîn derxist ku çawa pêwistiya welatê me bi 'Tirkiyeya Bêteror' heye û piştevanî jî zêde kir. Ji îro pê da di meşa xwe ya ber bi siberojeke ronîdar da emê hêzdartir bikin. Hefteya pêşiya me, heke nesîb be, ewê hevdîtineke min bi heyeta DEMê ra çêbibe. Derbarê 'Tirkiyeya Bêteror' da hinek mijar hene ku em li ser biaxivin. Me baweriya xwe aniye. Em li ser vê mijarê bi Wezîrê Karên Derve Hakan (Fîdan), Serokê MÎTê Îbrahîm (Kalin), Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar (Guler) Paşa re bi hev re dixebitin. Sirrî Sureyya Onderê rehmetî û wekî ku hûn dizanin Pervîn Buldan bi hev re hatibûn serdanê. Me hevdîtinek baş û samîmî kir. Mixabin piştre rehmetî Sirrî Sureyya Onder li nexweşxaneyê ma. Ez bawer dikim ku em ê ji civîna ku em ê hefteya bê bikin encamên baş bistînin. Em ê hevalekî xwe ji bo komîsyona ku li Parlamentoyê were damezrandin erkdar bikin û bi îzna Xwedê em ê vê pêvajoyê bi serkeftî bidomînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.