Serokomar Erdogan: "Hecma bazirganiyê ya 100 milyar dolarî ya bi Amerîkayê ra wek armanca me ya hevpar dewam dike"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Bi Amerîkayê ra hevkariya me ya pîşesaziya parastinê li gorî ruhê mutefîqtiyê divê di demeke zûtir da ji astengî û sînordarkirinan bê xelaskirin."
Serokomar Erdoganê ji bo ku beşdarî Lijneya Giştî ya 80yemîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe li New Yorka bajarê Amerîkaye ye, di konferansa ku ji hêla Konseya Kar a Tirkiye-Amerîkayê va li Mala Tirkan hat lidarxistin da bi veberhêneran ra hat bal hev.
Erdogan behsa têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê yên di qada aboriyê da kir û wiha axivî: "Hecma bazirganiyê ya 100 milyar dolarî ya ku me di sala 2019an da bi dostê min ê ezîz Serok Trump ra destnîşan kiribû wek armanca me ya hevpar dewam dike. Ez ji dil bawer dikim ku em ê bi piştgiriya sektora me ya taybet û gavên veberhênanê yên nû va bigihîjin armanca xwe ya 100 milyar dolarî. Em li bendê ne ku bi nirxandina derfetên hevkariyê yên di qadên wekî vejen, sîber û fezayê da têkiliyên me zêdetir bibin."
Serokomar Erdogan anî ziman ku Tirkiye ji bo veberhêneran navendeke stratejîk e wiha dewam kir: "Hevkariya me ya pîşesaziya parastinê li gorî ruhê mutefîqtiyê divê di demeke zûtir da ji astengî û sînordarkirinan bê xelaskirin. Binesaziya me ya lojîstîkê ya bihêz, benderên me yên modern û şaxên me yên rêhesin û bejayê yên pêşketî ji bo veberhêneran Tirkiyeyê dike navendeke stratejîk."