Polîtîka

Serokomar Erdogan: Giştînameya MEBê ya remezanê rast e, li cih e û hiqûqî ye

Ekip  | 25.02.2026 - Rojanekırın : 25.02.2026
Serokomar Erdogan: Giştînameya MEBê ya remezanê rast e, li cih e û hiqûqî ye

Ankara

 Serokomar Recep Tayyip Erdogan der heqê giştînameya Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ya remezanê da wiha got, "Rast e, li cih e û hiqûqî ye. Li gorî îqlima menewî ya remezanê ye û dibe tercumanê hisiyata gelê me."

Serokomar Erdogan beşdarî Komcivîna AK Partiyê ya TBMMyê bû û axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da der heqê balafira F-16 ya ku li Balikesirê ket da bal kişand ku lêkolîn û lêpirsînên tesbîtkirina sedemên qezayê hatine destpêkirin.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da her wiha der heqê giştînameya MEBê ya remezanê da jî wiha got, "Rast e, li cih e û hiqûqî ye. Li gorî îqlima menewî ya remezanê ye û dibe tercumanê hisiyata gelê me."

Erdogan ji bo çalakiyên meha remezanê wiha got, "Em hesreta wê bûn ku hemû Tirkiye li ser rîtmekê bigihêje hev. Divê kes ji vê sil nebe. Ev wêneya rastîn a Tirkiyeyê ye."

Serokomar Erdogan her wiha di axaftina xwe da bertek nîşanî Danezana bi sernava "Em Pêkva Laîktiyê Diparêzin" da û wiha got:

"Bes e di taldê têgeha Laîktiyê da xwe veşêrin, meqseda xwe eşkere bikin. Derdê van laîktî nîne, tu carê jî nebû. Derdê van bi nirxên pîroz, neteweyî û menewî yên vê axê, bi vî miletî bi xwe ra ye. Tu ferdekî vî miletî ji hînkirina nirxên neteweyî û menewî aciz nabe. Kesên ku aciz dibin bila aîdiyeta xwe ya bi welêt, ala û milet ra ber çav ra derbas bikin.

Bira kes xwe lê daneyne ku dersa azadiya baweriyê bide me. Em ne miletek in ku van nirxan ji derva bînin û hîn bin. Tu kes nikare bi danezanên xwe yên qirêj û pîs ên zihnên wan bi proje û îdeolojiyên îtxal qilêr bûne, tiliyê ji me ra li ba ke. Kesên ku dixwazin azadbûna baweriyan bibînin, bila li Tirkiyeyê binêrin, dersê hildin. Hewcedariya me îdxalkirina têgehên biyanî tuneye."

Serokomar Erdogan her wiha di axaftina xwe da cih da pêvajoya Tirkiyeya Bêteror jî û di vê babetê da wiha got:

"Bi îzna Xwedê em ê qonaxa nû ya pêvajoyê bi awayekî aram bi rê va bibin û em ê ewil bigihêjin hedefa Tirkiyeya Bêteror û dû ra jî bigihêjin hedefa herêma bêteror. Em wekî Tirkiye, wekî xwe ne wekî kesên din, emê ji cihê em lê erdê ketin rabin ser xwe, 86 milyon emê destê xwe bidin hevdu Sedsala Tirkiyeya xwe înşa bikin.

Rapor (ya Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê) ji bo pêşeroja hevpar a Tirkiyeyê, ji bo qewîkirina biratiyê gaveke bi qîmet e ku tê avêtin. Merhaleya nû ya pêvajoyê dest pê dike, berpirsiyariya partî û îtifaqa me wê zêdetir bibe. Meclisa me, wê rola lokomotîfê hilde ser xwe. Tirkiye di encama têkoşînên dijwar ên 23 salî da firsendeke dîrokî bi dest xistiye ku bibe hêzeke herêmî û kurewî. Kes nikare pêşî li vê yekê bibire."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.