Polîtîka

Serokomar Erdogan: Gelekî hindik ma ku em bigihêjin Tirkiyeya mezin û hêzdar ya ku gelê me hesreta wê dikişand

Serokomar Erdogan got ku "Gelekî hindik ma ku em bigihêjin Tirkiyeya mezin û hêzdar ya ku gelê me hesreta wê dikişand. Gelekî hindik ma ku li erdnîgariya me bayên aştiyê li ba bin"

İrem Demir, Koray Taşdemir  | 01.08.2025 - Rojanekırın : 02.08.2025
Serokomar Erdogan: Gelekî hindik ma ku em bigihêjin Tirkiyeya mezin û hêzdar ya ku gelê me hesreta wê dikişand

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Gelekî hindik ma ku em bigihêjin Tirkiyeya mezin û hêzdar ya ku gelê me hesreta wê dikişand. Gelekî hindik ma ku li erdnîgariya me bayên aştiyê li ba bin."

Serokomar Erdogan di Bernameya Fînala Dibistanên Havînû ya Weqfa Ciwaniyê ya Tirkiyeyê (TUGVA) ya ku li Stadyuma Tupraşê hat lidarxistin da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li Xezeyê komkujiya herî wehşî ya sedsala dawîn diqewime. û wiha axivî: "Ne tenê zarok û dergûş li ser mirovahiyê çi hebe bi destê komeke kujeran tê tunekirin. Digel kesên ku ji bo ji Îsraîlê aferîmê hildin bêbextiya terorê li berxwedana Filistînê dikin me pişta xwe nezivirand ewladên qehreman ên Xezeyê. Çi hedê we ye ku hûn pirsyariya hesasiyeta me ya Filistînê dikin? Ma hûn nebûn ku heta duh ji bo Xezeyiyên ku axa xwe diparêzin ra digot 'terorîst. Hûn çi dikin bikin hûn dê nekarin buxtanan li me bikin. Hûn dê nekarin sewdaya Tirkiyeyê ya dilê gelê Filistînê da, hezkirina Tayyîp Erdogan derxînin û biavêjin.

Serokomar Erdogan got ku "Birayên me yên Xezeyî înşellah li wê axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan heta hetayê azadane bijîn. Dema ew roja pîroz hat em jî dê li wir bin. Wekî li Sûriyeyê bi dawî bû înşeallah em ê bibînin ku li Xezeyê jî dawî li zilmê hatiye. Em ê teqez bigihêjin wan rojan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın