Serokomar Erdogan: "Ez wisa bawer dikim ku em dê bi Trump ra pirsgirêkên li herêmê hel bikin"
Serokê Amerîkayê Trump ji bo hevdîtina ku bi Serokomar Erdogan ra li Qesra Spî kir got ku "Hevdîtineke gelekî baş bû"

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra li Qesra Spî hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump berî hevdîtinê pirsên rojnamevanan bersivandin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku dê bi Serokê Amerîkayê Trump ra li ser gelek mijaran guftûgoyê bikin û wiha axivî:
"Em hem di heyama yekemîn a Birêz Trump da hem jî di heyama wî ya duyemîn da di têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê da pêvajoyeke cuda dijîn. (Bi Trump ra) Wisa bawer im ku em ê hem jimara F-35an hem mijara F-16an hem jî mijara têkiliyên der barê Bankaya Halkê da dê bikarin berfirehî guftûgo bikin. Ez wisa bawer dikim ku em ê bi hev ra destê xwe bidin hev û pirsgirêkên li herêmê hel bikin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku der barê Dibistana Heybelîadayê da çi dikeve ser wan amade ne ku wê bikin û got ku "Dema vegeriyam dê firsenda min çêbe ku bi Birêz Bartholomeos ra vê mijarê guftûgo bikim."
- Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra ji Qesra Spî derket.
Serokê Amerîkayê Trump piştî hevdîtina rû bi rû ya li Ofîsa Girover û firavîna di navbera heyetan da heta ber derî Serokomar Erdogan bi rê kir.
Trump piştî hevdîtina ku li Qesra Spî biqasî 2 saet û 20 deqîqe dewam kir demekî din li ber derî bi Serokomar Erdogan ra sohbet kir û piştî ku destê hev şidandin Erdogan li wesayîta xwe siwar bû û Trump destê xwe jê ra hejand û ew bi rê kir.
Trump her wiha yek bi yek destê kesên di heyeta Erdogan da şidand û ew bi rê kir.
Trump pirsa rojnamevanan a wekî hevdîtin çawa derbas bû got ku "Hevdîtineke gelekî baş bû, nûwaze bû."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.