Serokomar Erdogan: "Ez êrîşa terorî ya dijî Dêra Mar Îlyas ya li Şama paytextê Sûriyeyê lanet dikim"

Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got êrîşa terorî ya menfûr a li dijî Dêra Mar Îlyas lanet dikim û wiha dewam kir: "Emê destûrê nedin ku bi rêxistinên terorî yên taşeron Sûriyeyê bikşînin nav bêîstikrariyeke nû. Di têkoşîna dijî terorê ya Sûriyeyê da emê piştevaniya xwe bidomînin."
Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da:
"Ez êrîşa dijî Dêra Mar Îlyas ya li Şama paytextê Sûriyeyê lanet dikim. Bila serê malbatên kesên ku hatin kuştin, hikûmet û gelê Sûriyeyê sax be.
Em li hemberî êrîşên terorî ku aramî û ewlehî, çanda gelhev jiyînê dikin armanc li bal gel û hikûmeta Sûriyeyê ne. Di têkoşîna dijî terorê ya Sûriyeyê da emê piştevaniya xwe bidomînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.