Serokomar Erdogan Eyda Qurbanê a serokan pîroz kir

Istanbul
Serokomar Erdogan bi Siltanê Ummanê Tariq ra bi têlefonê axivî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Siltanê Ummanê Heysem Bîn Tariq Bîn Teymur Al Seîd ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê datêkiliyên Tirkiye û Ummanê, mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.
Erdogan diyar kir ku hevkariya Tirkiyeyê ya bi Ummanê ra di her qadê da pêş ketiye û ji bo pêşxistina têkiliyan dê hewldanên xwe bidomînin.
Serokomar Erdogan Cejna Qurbanê ya Siltanê Ummanê Tariq jî pîroz kir.
- Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Malezyayê Enver Îbrahîm ra bi telefonê axivî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Malezyayê Enver Îbrahîm ra bi telefonê axivî.
Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat belavkirin, di axaftinê da têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û Malezyayê da û mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan diyar kir ku ew ê hevkariya di navbera Tirkiye û Malezyayê da wê di her qadê da pêşve bibin û Eyda Qurbanê ya Serokwezîrê Malezyayê Îbrahîm pîroz kir.
- Serokomar Erdogan, bi Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan ra bi peywendiya têlefonê hevdîtin kir
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, bi Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ku bi minasebeta pîrozkirina Eyda Qurbanê lê geriya ra hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da li ser peywendiyên di navbera Tirkiye û Ermenistanê da sekinîn, mijarên herêmî û kurewî hatin nirxandin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da balê kişand ser normalbûna herêmê, li ser girîngiya mizakereyên aştiyane yên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê da sekinî û ji bo peywendiyên di navbera Tirkiye û Ermenistanê da jî kêfxweşiya xwe anî ziman.
- Serokomar Erdogan bi têlefonê bi Selmanê Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî ra axivî
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi têlefonê bi Mihemed bin Selmanê Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî ra axivî.
Li gorî daxuyaniya li ser hesabê Serokatiya Ragihandina Serokomariyê yê medyaya civakî, di peywendiyê da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Erebistana Siûdî û her wiha mijarên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.
Erdogan diyar kir ku Tirkiye di hemû mecrayan da piştgiriyê dide Filistînê û biryara Rojava ya rakirina mueyîdeyên dijî Sûriyeyê jî cihê kêfxweşiyê ye.
Serokomar Erdogan ji ber organîzasyona serkeftî ya hecê, Selmanê Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî tebrîk kir û Eyda Qurbanê ya wî pîroz kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.