Serokomar Erdogan: "Em yek in, em bihevrane, em bira ne, em hemî bi hevdu ra Tirkiye ne"
- "Em yek in, em bihevrane, em bira ne, em hemî bi hevdu ra Tirkiye ne. Emê destûrê nedin kesî ku kes vê xera bike, dînamit bike"
Ankara
Serokomar Erdogan: "Bila qet gumanên we nebin, bala xwe nedin karnezanîna muxalefetê û bêhêvî nebin. Emanetê we, di nav destên zana û emin da ye. Kadroyên biliyaqat li ser kar in"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya li Kulliyeya Serokomariyê xîtabî milet kir.
Serokomar Erdogan got, "Em yek in, em bihevra ne, em bira ne, em hemî bi hevdu ra Tirkiye ne. Emê destûrê nedin kesî ku kes vê xera bike, dînamit bike."
Serokomar wiha dewam kir, "Tirkiye; li Xeze, Sûriye, Somalî, Libyayê li herêmên bi xwûn û hêstiran şilbûyî xebatên xîmê wan aştî û heqaniyet e birêve bir, dersa mafê mirovan da dinyayê."
Serokomar Erdogan derbarê (Danezana Mafên Mirovan a Cîhanî ya NY) da got, "Wextê em bala xwe didin rûdanên li herêma me, em dibînin ku di serî de mafê jiyanê, danezan hatîye binpêkirin.
Îsraîlê li Xezeyê 2 salan, li ber çavên hemû dinyayê bêperwa sûcê şer û jenosîd kir, ev delîlên herî şênber ên li ber çavan in."
Serokomar Erdogan got, "Xeta metroyê ya Gar-Kuyubaşi-Balafirgeha Esenbogayê ku wê dirêjiya wê 36 mêtro û li ser 12 îstgehan be, em armanc dikin ku sala bê dest pê bike.
Bila qet gumanên we nebin, bala xwe nedin karnezanîna muxalefetê û bêhêvî nebin. Emanetê we, di nav destên zana û emin da ye. Kadroyên biliyaqat li ser kar in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
