Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Em li hember zilmê derdikevin û ji bo aştî û edaletê cehd dikin"

Dilhan Türker Yıldız  | 27.11.2025 - Rojanekırın : 27.11.2025
Serokomar Erdogan: "Em li hember zilmê derdikevin û ji bo aştî û edaletê cehd dikin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da got, "Em li hember pevçûn, krîz û zilma li dora xwe bêdeng namînin, em berpirsiyariya aştî û edaletê hildigirin û çi ji destê me were, dikin."

Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê piştî hevdîtina heyetan û ya bi Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Leoyê 14an ra axaftinek kir.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Bi Papa Leoyê 14an ra, ez bawer dikim, peyamên ji Tirkiyeyê bên dayîn, wê bigihîjin alema Tirk-Îslamê û Xiristiyaniyê û hêviyên aştiyê li cîhanê zêde bikin."

Erdogan der barê serdana Papa Leoyê 14an da destnîşan kir, ev serdan di çarçoveya bûyerên herêmî û cîhanî da teqabilî demeke pir krîtîk û girîng dike.

Serokomar Erdogan diyar kir ku hewldanên dawîn yên ji bo bidawîkirina Şerê Rûsya û Ukraynayê ji nêz va dişopînin û hewl didin ku piştgirî û beşdariya pêwîst bidin û wiha got, "Bangewaziyên mêvanê me yê birêz ji bo aştî û diyalogê û ji bo serkeftina pêvajoya dîplomatîk pir bi qîmet in. Em li hember pevçûn, krîz û zilma li dora xwe bêdeng namînin, em berpirsiyariya aştî û edaletê hildigirin û çi ji destê me were, dikin."

Erdogan destnîşan kir hikûmeta Îsraîlê wargehên sivîlan, tevî dêr û mizgeftan, bombebaran dike û wiha got, "Yek ji van cihên îbadetê jî Dêra Malbata Pîroz ya li Xezeyê bû. Weke malbata mirovahiyê, deynê me yê herî mezin ji bo gelê Filistînê edalet e. Pêkanîna vîzyona çareseriya dudewletî li ser bingeha sînorên 1967an ferz e. Parastina statukoya dîrokî ya li Qudsa Şerîf pir girîng e. Ez bawer dikim ku em ê li dijî her çalakiyeke êrîşkar ya ku zirarê dide nasnameya dîrokî ya Qudsa Rojhilat, bi hev ra tevbigerin."

Serokomar Erdogan diyar kir ku bêtehemulî pevçûnê diafirîne, pevçûn jî dabeşbûn û nefretê diafirîne û got ku dijberiya Îslamê û biyaniyan ya ku li Rojava zêde dibe, nîşaneya vê çerxa xerab e.

Erdogan bi berdewamiya axaftina xwe da ji bo serdana Papa Leoyê 14an got, "Ez vê serdanê wekî gaveke pir girîng dibînim ku xalên me yên hevpar xurt dike."

- Ji axaftina Papa Leoyê 14an

Papa Leoyê 14an jî li Kuliyeya Serokomariyê di axaftina xwe da der barê Tirkiyeyê da got, "Hem niha û hem jî di pêşeroja Deryaya Sipî û tevahiya cîhanê da cihekî we yê girîng heye."

Papa Leoyê 14an bal kişand ser pevçûnên cîhanî û got, "Ev, gav bi gav rê li ber şerê sêyemîn yê cîhanê vedike. Divê em tu carî teslîmî vê yekê nebin. Pêşeroja mirovahiyê di xetereyê da ye. Piştî du şerên cîhanî, em şahidê serdemeke pevçûnên cîhanî yên bi tansiyona bilind in ku ji hêla stratejiyên hêza aborî û leşkerî va serdest in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.