Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Em hewlên xwe yên ji bo aştî, aramî û îstîqrarê bi biryardarî didomînin"

Türkan Tosun  | 03.03.2026 - Rojanekırın : 03.03.2026
Serokomar Erdogan: "Em hewlên xwe yên ji bo aştî, aramî û îstîqrarê bi biryardarî didomînin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Digel ku li her goşeyê erdnîgariya me bûyer diqewimin, em wekî Tirkiye hewlên xwe yên ji bo aştî, aramî û îstîqrarê bi biryardarî didomînin."

Serokomar Erdogan beşdarî Merasima Peşkavêtinê ya Ji Bo 31 hezar û 73 Xanîyan ên li Enqereyê ya ku li Navenda Kongre û Çandê ya Beştepeyê hat lidarxistin bû û li wir axivî.

Erdogan behsa şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê da kir û wiha axivî: "Digel ku li her goşeyê erdnîgariya me bûyer diqewimin, em wekî Tirkiye hewlên xwe yên ji bo aştî, aramî û îstîqrarê bi biryardarî didomînin. Bi dîplomasiya aştîxwaz a ku em dimeşînin va em hewleke zêde didin ku pirsgirêk bi rêya diyalog û mizakereyên li ser maseyê va bi awayekî adil û heq bên çareserkirin. Beriya ku zêdetir xwîn birije û dijminatî bikeve navbera welatên bira, me hemû çavkaniyên xwe seferber kirin ku herêma me ji vê rewşa dijwar xelas bibe."

Serokomar Erdogan der barê êrîşa ku li dibistaneke Çekmekoya navçeya Stenbolê ji hêla xwendekarekî va li dijî xwendekar û mamosteyan hat kirin da jî wiha got: "Ji bo tundiya li dijî mamosteyên me yên ku divê destên wan bên maçîkirin, tu hincet tuneye. Ev bûyera ku hemû miletê me xemgîn kiriye wê bê lêkolînkirin û ji bo ku fail cezayê heq dike hilde tişta hewce dike wê bê kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.