Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Em biryardar in ku paşerojeke bêteror înşa bikin"

Fatma Sevinç Çetin  | 21.07.2025 - Rojanekırın : 22.07.2025
Serokomar Erdogan: "Em biryardar in ku paşerojeke bêteror înşa bikin" TCCB / Mustafa Kamacı

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Qibrisa Başûr got, "Niyeta min tuneye ku Başûr ziyaret bikim. Çawa ku ew KKTCyê wekî dewlet qebûl nakin, em jî Qibrisa Başûr wekî dewlet qebûl nakin."

Serokomar Erdogan piştî ziyareta Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC) vegeriya welêt û di balafirê da pirsên rojnamegeran bersivandin.

Edogan der barê ziyaretkirina Qibrisa Başûr da got: "Niyeta min tuneye ku Başûr ziyaret bikim. Çawa ku ew KKTCyê wekî dewlet qebûl nakin, em jî Qibrisa Başûr wekî dewlet qebûl nakin. Li Qibrisê mifteya çareseriyê, çareseriya dudewletî ye; ji vê jî tewîz tuneye."

Serokomar Erdogan li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê jî sekinî û wiha got, "Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara li wir helwesteke serbilind nîşan da. Heta niha tu tawîzeke wî çênebûye. Aktorên ku nayên cem hev, hemû di mijara Sûriyeyê da hatin cem hev. Divê meriv ji dinyayê ra baş qal bike ku Îsraîl vê projeya îstiqrarê xerab dike. Îsraîl naxwaze li herêmê îstiqrar çêbe. Wisa difikire ku Sûriyeyeke yekbûyî ne ji bo xêra wê ye û provokasyonên bi vî rengî didomîne. Em naxwazin Sûriye perçe bibe. Ji bo welatê xwe jî em wê yekê erênî dibînin ku Sûriye bi ser xwe va were. Ji bo ku vegerên dildarî leztir bibin, em ê her cure piştgiriyê bidin. Em dixwazin bi vê yekê ra Sûriye demildest normal bibe, em jî başûrê xwe saxlem bikin."

Erdogan ji bo Xeta Xezeyê jî axivî û wiha got: "Me Xeze tu wextî ji rojeva xwe dernexist û em ê dernexin jî. Em ê bi berdewamî li cem Xezeyê bin. Gelê Xezeyê heta niha teslîm nebû, ez bawer dikim ku wê teslîm nebe. Îsraîl jî wekî cinawirê har êrîşî her derê dike, wê bibe qurbanê vê hêrsa xwe."

Serokomar Erdogan der barê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da jî wiha xeberda, "Hûn ê van nêzîkan pêşvaçûna di zemîna Meclisê da bibînin. Em bibiryar in ku paşerojeke bêteror înşa bikin."

Erdogan pirsa li ser kirîna jetan jî bersivand û wiha got: "Di mijara kirîna balafirên jet da wekî ku tê zanîn me bi Îngiltere û Almanyayê ra gav avêtin. Îngiliz û Alman di vê mijarê da helwesta erênî nîşan didin."

Serokomar Erdogan ji bo mizakereyên endamtiya Yekîtiya Ewropayê wiha axivî: "Ji bo zindîkirin û pêşvabirina mizakereyên endamtiya Tirkiyeyê divê rojekê jî nesekinin."

Serokomar Erdogan pirsa li ser îdiayên LGSyê yên mixalefetê wiha bersivand, "Çendîn roj in kampanyaya îftirayê ya bêexlaq dikin. Meriv dikare tenê bibêje ku tişta dikin dijmintiya îmam xetîban e. Keda zarokên bêguneh ên 12-13 salî tê reşkirin. Meqseda me ya bi gotina 'siyaseta toksîk' va ev bû. Bi îftira û bûxtanan va siyaset nayê kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.