Polîtîka

Serokomar Erdogan: Em bi serbilindî ligel gelê Filistînê sekinîne

Özcan Yıldırım  | 29.09.2025 - Rojanekırın : 30.09.2025
Serokomar Erdogan: Em bi serbilindî ligel gelê Filistînê sekinîne Mehmet Ali Özcan

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em bi serbilindî ligel gelê Filistînê sekinîne ku axa xwe, azadiyên xwe û rûmeta xwe diparêzin."

Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya li Kuliyeya Serokomariyê bangî milet kir.

Serokomar Erdogan li ser civîna Lijneya Giştî ya 80yemîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) sekinî û wiha axivî: "Digel hewildanên astengkirinê yên Îsraîlê doza Filistînê mohra xwe li Lijneya Giştî ya 80yemîn xist. Ji bilî çend welatan hema bêje tu welat naxwaze li cem Îsraîlê û hikûmeta Netanyahu bisekine û pê ra wêne bide kişandin. Netanyahu ji ber lêpirsînên gendeliyê gelekî hatiye tengavkirin û seba parastina meqamê xwe daye ber çavê xwe ku herêmê agirdadayî bike, hema herkes vê qebûl dike."

Erdogan li ser welatên ku Dewleta Filistînê nas kirin, sekinî û wiha axivî, "Em gelekî kêfxweş in ku jimara welatên Filistîn nas kir, derket 158an, lewra hema bêje welatê me pêşengiya vê têkoşînê kir. Her çend derengî ketibe jî naskirina Dewleta Filistînê ya du welatên (Îngiltere û Fransa) endamê Konseya Ewlehiyê gelekî girîng e. Gelek kesan eleqe nîşanî konferansa çareseriya dudewletî da ku 22yê Îlonê roja duşemê bi hevserokatiya Fransa û Erebistana Siûdî hat lidarxistin. Em bi serbilindî ligel gelê Filistînê sekinîne ku axa xwe, azadiyên xwe û rûmeta xwe diparêzin."

Serokomar Erdogan bersiv da rexneyên ser ziyareta wî ya li Amerîkayê û wiha axivî, "Bêwijdanên ku heta duh digotin 'Ji me ra çi ji Xeze, Sûriye, Lîbya û Somaliyê' îro rabûne me rexne dikin, lê bi qasî serê derziyê qîmeta rexnekirina wan tuneye. Sedema bingehîn a welatê me û şexsê min di dema dawî da dixin hedefê ew e ku me helwesta xwe ya biryardar pir eşkere nîşan da. Em ne ji zextên lobiya Siyonîst a kurewî ditirsin ne jî li ber kampanyayên reşkirinê yên tetikvanên nava xwe çong vedidin. Li hemberî kirinên nelihev ên mixalefetê helwesta me bi salan e neguheriye. Emanetê 86 milyonî li ser pişta me ye, barê me jî wezîfeya me jî pir giran e. Ji ber ku ziyareta me ya Amerîkayê gelek gelek serkeftî derbas bû, loma mixalefet bi siyasetmedar û rojnamegerên xwe va xwe winda kirine û ziyareta me reş dikin. Heke me guh bida gotinên mixalefetê, li Tirkiyeyê wê îro tu veberhênanên binesazî û ser erdê tunebûna. Digel mixalefeta muzmîn ji polîtîkaya dereke heta gîhandinê, ji vejenê heta sanayiya parastinê, ji turîzmê heta tenduristiyê em di her hemleya xwe da serkeftî bûn. Li gor baweriya min em ê di heyama pêş me da encamên erênî yên hevdîtina ku me bi Birêz Trump ra kir, bibînin. (THY) Kirîna balafiran wekî ku mixalefet zen dike naşibe ji dikanê kirîna şîr. Pêdivî tên kifşkirin, plansazî tê kirin, di encama mizakereyan da lihevkirin çêdibe."

Erdogan mizginiya avakirina 500 hezar avahiyên civakî da û wiha got, "Em bi destê Wezareta me ya Hawirdorê li temamiya 81 bajarên me seba avakirina 500 hezar avahiyên civakî gav davêjin. Em ê ji bo şehîd û xaziyên xwe, ciwanên xwe û malbatên me yên ku 3 zarokên wan hene, em ê kontenjaneke taybet veqetînin. Em ê cara ewil sepana avahiyên kirê bi TOKIyê bidin destpêkirin. Em ê qismekî avahiyên civakî bi şert û mercên guncaw kirê bikin û malbatên me yên desteng rehet bikin."

Serokomar Erdogan ji bo hildana personelan jî hin mizginî dan û wiha got, "Ji bo çêtirkirina xizmetên edaletê me pêvajoya hildana 20 hezar personelan dabû destpêkirin. Em niha jî pêvajoya hildana 1000 alîkarên dadger-dozgeran didin destpêkirin. Me ji bo Wezareta me ya Tenduristiyê seba 2025an 37 hezar personel texsîs kiribûn û 19 hezar hildabûn. Em niha jî ji bo 18 hezar personelan derdikevin îlanê."

Erdogan got, "Bêkontroliya alema dîjîtal her çend karê me zehmet bike jî em ê bi hemû hêza xwe va midaxeleyî mijara qumar û şertê dereqanûnî bikin."

Serokomar Erdogan behsa Bernama Ciwaniyê ya ÎŞKURê jî kir û wiha got, "Me biryar da ku em kontenjanê derxin 150 hezarî. Armanc ew e ku heta dawiya 2028an milyonek xwendekarên me ji bernameyê sûd werbigirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.