Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Em bi gavên emin ber bi hedefa xwe ya 'Tirkiyeya Bêteror' va dimeşin"

Mümin Altaş  | 12.05.2025 - Rojanekırın : 13.05.2025
Serokomar Erdogan: "Em bi gavên emin ber bi hedefa xwe ya 'Tirkiyeya Bêteror' va dimeşin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdogan, "Pisûleya Tirkiyeyê asoyên ronî û mireffeh nîşan dide. Atmosfera kurewî çiqasî kaotîk dibe bila bibe, mitleq emê keştiyê bigihînin bendergehên ewledar. Ji bo ewlehiya welatê me, aramiya herêma me, biratiya ebedî ya miletê me qewîtir bibe em biryara ku hat hildan girîng dibînin. Piştî ku teror, şidet ji holê bê rakirin, di serî da qewîkirina kapasîteya siyaseta demokratîk, di hemî qadan da wê deriyên serdemeke nû bên vekirin. Teşkîlata me ya îstixbaratê, yekeyên me yên din, ji bo di pêvajoyê da pirsgirêk dernekevin holê, ji vir bi şûnda bi xesesiyeteke mezin wê geşedanan bişopînin."

Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê ya li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin daxuyanî da.

Serokomar Erdogan bal kişand ser rageşiya di navbera Pakistan û Hindistanê da rû da bi agirbestê bi dawî bû û wiha dewam kir:

"Ez dixwazim memnûniyeta xwe ya di vê mijarê da bînim ziman. Ji bo di merhaleya ji îro bişûnda da nekeve tora provokasyonan em hişyariya xwe ya dostane ji vir cardin tînin ziman. Li hemberî qeyranên bi vî şiklî sekna me diyar e. Em her tim li aliyê aştî, îstiqrar, dîplomasî û diyalogê ne."

Serokomar Erdogan derbarê mijara Rusya-Ukrayna da got, "Wekî welateke ku pêbaweriya herdu aliyan qezenc kiriye, me anî ziman ku em ji bo piştgiridayîna hevdîtinan û mazûvaniya civînê amade ne."

-"Em bi gavên emin ber bi hedefa xwe ya Tirkiyeya bêteror va dimeşin"

Serokomar Erdogan diyar kir, "Em astengiyan radikin, pêşqebûlan têk dibin, defikên fîtne û nîfaqan berteref dikin û bi gavên emin ber bi hedefa xwe ya Tirkiyeya bêteror va dimeşin. Wekî Tifaqa Cumhur, me bi armanca bihêzkirina aliyê xwe yê navxweyî, bi semîmiyeteke mezin, di pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' da merhaleyeke krîtîk ya din jî derbas kir."

Serokomar Erdogan derbarê biryara fesixkirinê ya PKKyê da wiha got:

"Ji bo ewlehiya welatê me, aramiya herêma me, biratiya ebedî ya miletê me qewîtir bibe em biryara ku hat hildan girîng dibînin. Piştî ku teror, şidet ji holê bê rakirin, di serî da qewîkirina kapasîteya siyaseta demokratîk, di hemî qadan da wê deriyên serdemeke nû bên vekirin. Teşkîlata me ya îstixbaratê, yekeyên me yên din, ji bo di pêvajoyê da pirsgirêk dernekevin holê, ji vir bi şûnda bi xesesiyeteke mezin wê geşedanan bişopînin."

Serokomar Erdogan got, "(Hedefa Tirkiyeya bêteror) Em ê jî gav bi gav bi eqlê dewletê û bicidiyet teqîba ku hewce dike bicih bînin."

-Ji bo ewlehiya welatê me, aramiya herêma me, biratiya ebedî ya miletê me qewîtir bibe em biryara ku hat hildan girîng dibînin

Erdogan got ku ji bo ewlehiya welatê me, aramiya herêma me, biratiya ebedî ya miletê me qewîtir bibe em biryara ku hat hildan girîng dibînin û wiha dewam kir: "Herçiqas koka me, baweriyên me ji hevdu cuda bin jî em hemî welatiyên esil yên Tirkiyeyê ne. Em hemî bihevdu ra Tirkiye ne û em bi hevdu ra bihêz in.

Em daxuyaniyê wekî biryarekî hevpar ya Iraqa Bakur, Sûriye û Erwopa di serî da wekî biryara hemî dûmahîkên wê dinirxînin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın